TJA li Mêrdînê li dijî qirkirina jinan meşiya 2024-10-20 16:46:49     MÊRDÎN -TJA'yê têkildarî qetlîamên jinan ji Çerxerêya Qoserê heta Parka Otobanê meş li dar xist. Di meşê de banga bilindkirina felsefeya "Jin Jiyan Azadî" li dijî qetlîamên jinan hat kirin.     Tevgera Jinen Azad (TJA) bi boneya qetlîamên li ser jinan ji Xaçerêya Qoserê heta Parka Otogarê meşiya. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Kuştina jinê siyasî ye, çi bi Rojîn Kabaiş hat" hat vekirin. Parlamenterên DEM Partiyê Bêrîtan Guneş, Salîha Aydenîz, siyasetmedar Gulser Yildirim û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di meşê de  dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.    'Em felsefeya xwe ya Jin Jiyan Azadî bilind bikin'   Jinên ku hatin Parka Karayollari li vir daxuyanî dan. Bêrîtan Guneş li vir axivî û diyar kir ku jinan bi "Jin jiyan azadî" pêşerojeke azad û ronî ava kirin. Bêrîtan got, “Îro ew ronahî bi destê kesî nayê tarîkirin. Jinên ku li çar aliyê cîhanê hatin qetilkirin û destdirêjî li wan hat kirin bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' têkoşîna xwe xurtir dikin. Divê em xweparastinê xurt bikin û felsefeya xwe ya 'Jin jiyan azadî' bilind bikin. Tenê mekanîzmayek dewletê ya jinan biparêze hey, lê em li vir in, jinek jî ne bi tenê ye."     Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.