Li Îranê Sonia Sahrifi hat revandin
- 12:19 11 Tebax 2023
- Cîhan
WAN - Sonia Sahrifi ya hatibû revandin û îşkence lê hatibû kirin ji hêzên hukemetê ve hat revandin.
Zextên li ser kesên piştgiriyê didin serhildana "Jin jiyan azadî" ya piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir, dewam dike. Li gor agahiyên jêderkên herêmî zaroka 17 salî ya bi navê Sonia Sahrifi ji aliyê hêzên hukumetê ve hat revandin.
Hatibû girtin û îşkence lê hatibû kirin
Hat diyarkirin ku Sonia ya mehek berê hat revandin bi tundî û îşkenceya zayendî rû bi rû maye û di bedena wê de birîn çêbûne. Hat zanîn Sonia ya xwendekareke Abdananî ye piştî kefareta wê ji aliyê malbata wê ve hatiye dayin şûnde ji girtîgeha navendî hatiye berdan û li nexweşxaneyê tedawiyê dibîne.