Li Sûdanê milyonek zarok ji warên xwe bûne
- 15:37 16 Hezîran 2023
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - ÛNÎCEF’ê diyar kir li Sûdanê ji meha nîsanê û vir ve ji ber şerên desthilatdariyê herî kêm milyonek zarok ji warên xwe bûne.
Li Sûdanê şerê di navbera artêşê û hêzên paramîlîter de, bandoreke neyînî li zarok û sivîlan dike.
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNÎCEF) got “Li Sûdanê ji ber şerê ku du meh in didome, herî kêm milyonek zarok ji warên xwe bûne, 330 zarok hatine kuştin û 1900 zarok jî birîndar bûne.”
Li gorî ÛNÎCEF’ê li Sûdanê pêdiviya 13,6 milyon zarokan bi alîkariya mirovî heye.
Li gorî rapora dawîn a rêxistina civakî ya sivîl a bi navê ACLED’ê ji ber şerê li Sûdanê herî kêm 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) jî got herî kêm 2,2 milyon mirov ji welat derketine û 528 hezar kes jî çûne welatên din û bûne penaber.