Welatekî ku veguheriye girtîgehê: Afganîstan 2025-08-14 09:03:24           Melek Avci   ENQERE - Qedexeya perwerdê, bi zor zewac, tundî, destdirêjî, windakirin, ji qada cemawerî durxistin… Rojnamegera Afgan Nîlofor Ayoubî zext û binpekirinên ku Talîban di 4 salan de li jinan kirine vegot. Nîlofor Ayoubî wiha got: “Heta ku cîhan bêdeng be wê zilm jî giran be.”   Di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Talîban li Afganîstanê desthilatdarî xist bin kontrola xwe û ev ji bo jinan ne tenê guherîna desthilatdariyê bû, roja ku ketin bin tehdîdê bûn. Di van çar salan de ji perwerdehiyê bigirin heta qada xebatê jin li her qadê bi tundî û qedexeyan re hatin rû hev. Rojnameger û aktîvîsta mafê jinan Afgan Nîlofor Ayoubî der barê çar salên dawî yên li Afganîstanê û bandora li ser jinan de axivî.   ‘Ez li ser navê wan têdikoşim’   Nîlofor Ayoubî da zanîn ku Talîban 15’ê Tebaxa 2021’an da Afganîstan bidest xistiye û got: “Vê dagirkirinê jiyana me jinan bi kurahî bandor kir. Min kar, mal û xebatên xwe yên jinan li wir hişt û ez neçar mam derkevim. Xiwşkên min li wir ji her mafên xwe bêparin û xizanin. Ji dur ve şahidiya vê kirin bi êşe. Li gorî NY’ê di 2024’an de 23,7 mîlyon Afgan hewcedariya wan bi alîkariyê heye. Ez di platformên X û forumên navnetewseyî de li ser navê wan diaxivim. Min jiyana xwe da ser vê. Ev di ewlehiyê de me lê çavsoriya li hember wan kezeba min dişewitîne.”   ‘Zext û binpêkirin didomin’   Nîlofor Ayoubî wiha vegot: “Bi surgunê ji gelê xwe dur ketim. Ez bi telefon û torên din aktîf dibim. Hevalên min bi zor hatin zewicandin. Yên din ji bo perwerdê bidin zarokên xwe, xwe veşartin. Li gorî Yekîneya Jinan a NY’ê ji ber zextên Talîban jin ji azadiya xwe bêpar mane. Di 2023’an de ji sedî 28.7 zarokên keç ji ber pirsgirêkên aboriyê hatine zewicandin. Di 2025’an de jî di mehekê de 2 hezar jin ji ber rêbazên cil û bergan binpêkiriye hatin girtin.”   ‘Min soz da ku ez ê têkoşîna xwe bidomînim’   Nîlofor Ayoubî balkişand ser rojên ewil yên hatina Talîban û wiha anî ziman: “Roja Talîban hat cîhana me hilweşiya û tirs û fikar zêde bûn. Min wek karsaz û aktîvîstekê, dizanibû ku wê jiyanamin ya li Afganîstanê bidaweî be. Min li balafirgehê şahidiya degê çekan, qelebalixê kir. Ji ber keçên xwe, jinên Afganîstan û hevalên xwe bi fikarim bû. Min soz da xwe ku ez ê li ser X têkoşîna xwe bidomînim.”   ‘Jinan bê hêvî û xizan dike’   Nîlofor Ayoubî li ser binpêkirin, qedexeyên ku Talîban ji bo jinan anîne axivî û wiha berdewam kir: “ Jin ji qada perwedehiyê durxistin. Ji zanîngeh, dibistana navîn durxistin. Li gorî UNESCO’yê ji 2021’ê heta niha mîlyonek zarokên keç ji dibistanê hatine durxistin. Di 2022’an de bi qedexeya zanîngehê pêşeroja hezaran kesî tune kir. Bêperwerdebûn jinan bê parastin dihêle. Zirarê dide pêşeroja Afganîstanê. Ev qedexe jinan mahkumê xizaniyê dike û bê hêvî dihêle.”   ‘Tundî zêde bû’   Nîlofor Ayoubî di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Jinên ji dibistan û zanîngehan tên avêtin durxistin, êşên mezin dikşînin. Hevalên min yên Kabîlê, diyar kirin ku biraziya wan ya fakulteya tipê dixwest di 2022’an de ji zanîngehê hatiye avêtin û hemû xeyalên wê têk çûne. Hinek ji van di bistanên bin erdê de dixwînin û bi vî awayî jî her tiştî dikin rîskê.  Ji 2021’ê heta niha tunî û zewaca bi zorê jî zêde bû. Em vê ji raporan dişopînin. Di navbera 2022-32024’an de jê 332 cînayet bi giştî 840 tundiya zayendî ya civakî pêk hatiye.”   ‘Xizanî û bêçaretî zêde dibe’   Nîlofor Ayoubî balkişan ser zextên rojane yên li ser jinan û wiha bi lêv kir: “Rêziknameyên cil û bergan, qedexeyên gerê, ketina qada cemawerî û hespskirina malê. Ev hemû bandorek neyînî dikin. Bi zorê burka li jinan dikin. Ji 2025’an heta niha 2 hezar jin hatin girtin. Ji bilî vê jî her tevger rîska mirin û girtinê dihewîne. Ev qedexe jiyana jinan tengezar dike. Difetisîne. Jin nikarin debara xwe bikin, xizanî û bê çaretî zêde dibe. Jinên Afgan bi armanca ku planên veşarî bikin, alîkairyê bigihînin û zarokên keç bidin xwendin, bi piştgiriya koman bernameyên peyamên bi şîfre bikar tînin. Lê tundî û şopandina Talîban banra wan qels û bi sînor dike.”   Cihekî ku serlêdanê bikin tuneye   Nîlofor Ayoubî mekanîzmayên ku jin bikaribin serî lê bidin jî bibîr xist û ev tişt got: “Hevalên min yên Afgan dibêjin, cihekî ku jin serî lê bidin tuneye. Di rewşa îstîsmar an jî zewacê de cihekî ku jin serlêdanê bikin tuneye. Li şûna vê dadgehên Talîban ceza didin. Revandin, girtin û sûîkast pir tên jiyîn.Talîban der barê mafê jinan de hemû riyên qanûnî ji holê rakir.”   Hewcedraî bi alîkariyek xurt heye   Nîlofor Ayoubî her wiha anî ziman ku ew piştgiriya tevgerên jinan a navneteweyî gelek bi nirx dibîne, lê ev têr nake. Nîlofor Ayoubî wiha dawî lê anî: “Hewcedariya me ne tenê bi retorîkê, bi alîkariyên xurt ku me mezin dike, bi burs û platforman heye. Berteka civaka navneteweyî gelek qelse. Divê tenê gûneh bi xwişkê min neyê, divê em bi can û dil ji bo wan têbikoşin. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Lê ger ku cîhan bêdeng bimîne wê hêviyên jinên Afgan tune bibin, dengê wanneyê bihistin û bin zextan de bipelçiqin.”