Talîbanê nêzî 100 jin birin cihekî nediyar 2025-07-18 15:40:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kabîlê, rayedarên Wezareta Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê ya girêdayî Talîbanê nêzîkî 100 jin li kolanan, li bazarekê û li nexweşxaneyekê girtin.   Karbidestên Wezareta Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê, ku girêdayî rêveberiya Talîbanê ya li Efganistanê ye, di 16’ê Tîrmehê de li navçeya Şehr-e Naw a Kabîlê bi dehan jinên ciwan girtin û ew birin cihekî nenas.   Xizmekî yek ji jinên girtî ji ajansên nûçeyan ên Efganî re axivî û got ku nêzîkî 100 jin ji kolanan, firoşgehan û nexweşxaneyan hatine girtin û şandine navendên ragirtinê yên Talîbanê.   Vîdyoyek ku li ser medyaya dîjîtal hatiye weşandin çend jinan nîşan dide ku ji hêla efserên Talîbanê ve hatine dorpêçkirin.   Di vîdyoyê de, jinek bi hêrs li Talîbanê diqîre: "We em ji jiyan, perwerde û çûna dibistanê mehrûm kirin. Hûn çi dixwazin? Ji Xwedê bitirsin!"   Her çend tê gotin ku hin ji wan jinan li ser sozên malbatên wan hatine berdan jî, Wezareta Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê ya Talîbanê heta niha di derbarê sûcên ku ew jin pê têne tawanbarkirin de ti daxuyanî nedaye.   Di 17’ê Tîrmehê de, yekîneyên girêdayî heman wezaretê li navçeya Şehr el-Naw a Kabîlê êrîşî çend xwaringehan kirin û gel kontrol kirin. Kesên girêdayî Talîbanê bi rêkûpêk serdana xwaringehan dikin da ku deverên ku jin û mêr lê dixwin kontrol bikin.   Li çend kolanên bajêr, endamên Talîbanê rasterast rênimayên didin jinan ku maskan li xwe bikin û rûyên xwe veşêrin.