'Ji bo zimanê kurdî statu divê' 2025-10-10 15:13:49   WAN - Di daxuyaniya  ku ji bo balkişandina ser pêwîstiya ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê hat dayîn de wiha hat gotin "Naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî xwedî statû ne tenê ji bo gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo demokrasiyê, hemwelatîbûna wekhev û aştiya mayînde li Tirkiyeyê jî şert e."   Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiya Hiqûqî (DADSAZ) li ber Dadgeha Wanê daxuyanî dan çapemeniyê  ku rewşa zimanê Kurdî, bkaranîna ziman di qadên giştî de û pêwîstiya ziman ya ku bibe zimanê perwerdehiyê nîşan bidin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Statûya Kurdî, Perwerdehiya bı Kurdî" (Statûya Kurdkî Perwerdeyê bi Kurdkî) hat vekirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla endamê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, parêzer Alî Şapkacı ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Birêz Çapemeniya Kedkar, Bi salan e ku zimanê Kurdî û çanda kurdan rastî polîtîkayên bişaftinê tên. Ji bo civak ji Kurdî dûr bikeve, li qadên giştî, dibistan û dadgehan zimanê Kurdî hatîye qedexekirin. Divê bê zanîn ku welatîbûna wekhev, azad û dadmendane bêyî naskirina ziman Kurdî ne pêkan e û naskirina fermî û bikaranîna azad ya zimanê Kurdî ji bo avakirina civakeke demokratîk û dadmend şertê herî bingehîn e. Herkes xwedîyê mafê axiftin, derbrîn û perwerdeya bi zimanê dayîkê ye. Daxaza naskirin û rêzgirtina ji mafên zimanî yên kurdan û nemaze mafê perwerdeya zimanê Kurdî ne tenê daxazeke çandî, lê belê di heman demê da daxwazeke hiqûqî ye jî. Ew mafên bingehîn ji hêla gelek belgeyên navneteweyî ve hatine naskirin û parastin.    Danezana Gerdûnî ya Mafên Zimanî, Peymannameya Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Medenî û Siyasî, Peymannameya Ewropî ya Zimanên Herêmî û Peymannameya Mafên Zarokan mafên zimanî yên hemû pêkhateyên civakê misoger dikin û berpirsyariya rêzgirtin, parastin û pêşxistina wan mafên zimanî li ser dewletên ferz dikin. Li gor wan belgeyan, divê dewlet ji bo parastina zimanan, hînkirin û bikaranîna wan di jîyana rojane da, zemîneke qanûnî ya guncav ava bike. Lê mixabin dewlet li şûna ku wî erkî pêk bîne, hîn jî di wî warî da astengîyan çê dike.  Hîn jî xalên mîna 42 û 66ê yên Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê bingeha bişaftina zimanî û çandî ya kurdan in.    Naskirina zimanê Kurdî ji bo demokrasiyê jî girîng e   Naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî yê xwedî statû, ne tenê ji bo dabînkirina mafên gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo xurtkirina demokrasiyê, misogerkirina welatîbûna wekhev û avakirina aştiyeke mayînde jî girîng e. Aşitîyeke rastîn bêyî dabînkirina mafên zimanî yên bingehîn ne pêkan e. Divê gavên ku di wî warî de têne avêtin samîmî, mayînde û biryarder bin. Nabe ku bi esasgirtina tedbîrên demkî kurd bên xapandin. Tedbîrên demkî li dewsa çareserkirina mayinde ya pirsgirêka mafên zimanî, tenê wê pirsgirêkê ji bo demekê kêmreng dike, lê ji holê ranake.    Divê her gelek xwedî rûmeta zimanî be   Bingeha aştiya civakî ew e ku her gelek bikaribe xwedî rûmeta zimanî be û bi zimanê xwe bijî. Em wekî Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadîyê (OHD) û Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) dibêjin ku demokratîkbûna rastîn tenê bi naskirina nasnameya kurdan û nemaze zimanê Kurdî pêkan e. Em wekî hiqûqnas û parêzerên Kurd radigihînin ji bo ku zimanê Kurdî di çarçoveya rêzikên qanûnî da bibe zimanê perwerdeyê, ji bo ku bikaranîna zimanê Kurdî li qadên giştî bê garantîkirin û zimanê Kurdî bibe xwedî statûyeke hiqûqî ya mayinde, em dê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Divê her kes bizane ku azadiya zimanê Kurdî azadiya kurdan e.