Helbestkar Mizgîn Hesko koça dawî kir 2025-10-02 10:50:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Mizgîn Hesko ya yek ji helbestvanên navdar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koça dawî kir.   Mizgîn Hesko ya yek ji helbestvanên navdar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh êvarê li bajarê Bielefeld ê Almanyayê koça dawî kir. Mizgîn Hesko, ku nêzîkî sê salan bi nexweşiya pençeşêrê re şer dikir, di dema nexweşiyê de jî hilberîn dewam kir.    Bi 14 pirtûkên xwe yên helbestan, Mizgîn Hesko di wêjeya Kurdî de şopeke mayînde hişt.   Mizgîn Hesko kî ye ?    Mizgîn Hesko di sala 1973'yan de li Qamişloyê ji dayik bûye, ji sala 1992'yan ve li Elmanyayê dijî.   Mizgîn Hesko, ku piştî Komkujiya Helebçeyê yekem helbesta xwe bi zimanê Kurdî nivîsand, bi salan wekî helbestvanek berhemdar hate nasîn. Ew her wiha bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên wêjeyî yên li dîasporayê bû.   Di sala 2022'yan de ji ber xebata xwe xelata Şair Tîrêj wergirtiye.   Mizgîn Hesko, ku di sala 2023'yan de du pirtûkên helbestan ên nû da nasîn, di meha Îlonê de pirtûka xwe ya helbestan a 14'emîn bi navê "Ji Ristezara Elindê" çap kir.