2'yemîn Mihrîcana Wêje û Helbestan a Jinan hat lidarxistin 2025-09-20 14:09:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebce 2’yemîn Mihrîcana Wêje û Helbestên Jinan hate lidarxistin. Piştî pêşkêşiya huneran xelatên rêzdariyê pêşkêşî jinên nivîskar û helbestvanan hatin kirin.   Li parêzgeha Helebce ji aliyê Rêveberiya Giştî a Rewşenbîr û Hunerên Helebce ve, bi amadebûna helbestvan û nivîskaran, duyemîn mihrîcana Wêjê û Helbestên Jinan hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gotarên parêzgarê Helebce û Rêveberiya Rewşenbîrî hatin xwendin, piştre helbestvanên beşdar bûne berhemên xwe xwendin.    Di berdewama mihrîcanê de xelatên rêzdariyê pêşkêşî jinên nivîskar û helbestvanan hatin kirin.