Atolyeyên Hunerê yên Şaredariya Peyasê dewam dikin 2025-09-07 15:49:39     AMED - Atolyeyên Hunerê yên ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de kar dikin, bi kursên ji bo jin, ciwan û zarokan têne lidarxistin serkeftineke mezin bi dest xist. Kursên govenda gelêrî, tembûr, perwerdeya deng, amadekariya konservatuarê, wênekêşî, piyano, şano û drama bi eleqeyeke mezin berdewam dikin. Nûha di atolyeyan de zêdetirî 100 xwendekar bi awayekî çalak perwerdeyê dibînin.   Ji 13 xwendekarên ku beşdarî kursên amadekariya konservatuarê bûne, 12 xwendekar serkeftin ku di beşa Mamostetiya Muzîkê yên zanîngehên cuda de qezenc kirin. Xwendekarek jî di Lîseya Hunerên Bedew de hatiye qebûlkirin. Ev encam wekî nîşaneyeke nêzîkatiya perwerdeya bi kalîte ya atolyeyan balê dikişîne.   Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê der barê vê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Ji roja ku me dest pê kiriye, di atolyeyên me yên çand û hûnerê di gelek waran de em kursên hunerî organîze dikin. Ji bo jin, ciwan û zarokan ji govenda gelêrî heta tembûrê, ji perwerdeya deng heta şanoyê, di gelek qadên hûnerê de perwerdehiyê didin. Heya nûha me bi sedan kursiyer gihandine û nûha jî zêdetirî 100 kursiyerên me yên çalak bê navber perwerdehiyê dibînin.”   Atolyeyên hunerê, bi mîsyona ku bi biryarî zarok û ciwanan bi çandê re bîne ba hev, karê xwe didomînin. Kursên ku ji her temenî re têne amadekirin, bi naveroka xwe ya dewlemend bêpere berdewam dikin.