Çêkera belgefîma Bakur: Em dikarin piştgiriyê bidin rûhevhatinê 2025-08-11 09:02:42   Rozerîn Gultekîn    STENBOL - Endama Însiyatîfa Hunera Azad û çêkera belgefîma Bakur Ayşe Çetînbaş der barê pêvajoyê de axivî û got: “Hunermend dikarin piştgiriyê bidin pêvajoyê rûhevhatinê. Ji bo aştiyek mayîn de divê hemû aliyên civakî piştgiriyê bidin.”   Hunermendên ku di esasa huner ne li hember desthilatdariyan li hember civakan berpirse, berhemên xwe diafirîne, bi zextên sîstematîk re tê rû hev.  Li derhênerên belgefîma ‘Bakur’ ya têkoşîna azadiya Kurd vedibêje, ceza hatin birîn.    Endama Însiyatîfa Hunera Azad û çêkera belgefîma Bakur Ayşe Çetînbaş der barê pêvajoyê de û girîngiya hunerê ya di pêvajoyê de axivî.   ‘Berpirsyariyek mezin dikeve ser milê hunermendan’   Ayşe Çetînbaş da zanîn ku ew hunermend ne ji derveyê pêvajoyê ne û heta îro bi xebatên meşandine piştgirî dane jiyana aştiyane û demokratîk. Ayşe Çetînbaş wiha got: “Min çêkeriya belgefîmên Çayan Demîrel û Can Candan derhêneriya wan kiriye, kir. Di belgefîmên xwe de me bûyerên civakî girtin dest. Yek ji van Bakur bû. Hemû belgefîlm rûhevhatina bi rastiyan re digirt dest. Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê me hunermendan.”   ‘Divê her kes tevli pêvajoyê bibe’   Ayşe Çetînbaş balkişand ser pêvajoyê û daxuyakirin ew wek însiyatîf pêvajoyê dişopînin û xebatên nû dimeşînin. Ayşe Çetînbaş wiha domand: “Em der barê pêvajoyê de civînan, bernameyan pêk tînn. Em li dijî zor û zextan jî têdikoşin. Tevî hemû ceza û sansuran em hilberînên xwe didomînin. Pêvajoya dawî bi rastî girîng e. Divê hunermend, rojnameger, akademîsyen, saziyên civaka sivîl aktîf tevli pêvajoyê bibin. Avabûna aştiyek mayînde, bi hinek peymanan pêk nayê, ya girîng ev e ku di wijdanan de bicih bibe.”   ‘Divê dewlet gavan bavêje’   Ayşe Çetînbaş destnîşan kir ku divê dewlet gavên şên ber bavêje û wiha domand: “Li gorî min hîna dewletê gav navêjtine. Ez bi nêzîkatiya dewletê bawer nakim. PKK’ê gavên girîng avêt. Çek çewitand. Lê hîna dewletê gav navêtiye. Ji ber vê baweriya mirovan tuneye û fikar hene. Divê mafê hemû kesên piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê bikin bin ewlehiyê. Ji bo tiştên ku berê hatine jiyîn, cezayên ku di pêvajoyên din de hatine dayîn dubare nebin divê mafê fikr û azadiyê ya destura bingehîn bikeve bin ewlehiyê.”   Piştevaniya hunermendan   Ayşe Çetînbaş di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Tiştên ku divê dewlet bike em dizanin. Yên ku hiş û  bîra tiştên hatine jiyîn zindî bihêle dewlete. Lê bi tunehesibandinê dixwazin hinek tiştan binivîsin. Mînak komkujiya 38’an a Dêrsîmê yek ji van e. Bi hezara kesî jiyana xwe ji dest da. Bihêlin rûhevhatinê, der barê mijarê de xebatên tên kirin jî tên sansûrkirin. Hunermend dikarin piştgiriyê bidin pêvajoyê rûhevhatinê. Ji bo aştiyek mayîn de divê hemû aliyên civakî piştgiriyê bidin.”