Dîroka hatiye hilweşandin: Germuş 2025-04-20 09:02:41   RIHA - Dêra Germuş a aydê Ermeniyan e û li taxa Germuş a navçeya Xeliliye ya Rihayê ye, her diçe tune dibe. Di 2011’an de bi biryara lijneya wezîran dêr wek ‘navenda Pêşketina Turîzmê’ hat îlankirin lê tevî 14 sal derbas bûye hîna tu xebat nehatiye kirin.   Dêra Germuş a 10 km ji navenda Rihayê dûr e û 5 km re jî ji Girê Mirazan dûr e, tê texmînkirin ku di sedsala 19’an de hatiye avakirin. Dêra Germuş bi xetereya hilweşînê ya kolandinên zêrîngeran re rû bi rû ye.    Dêr li taxa Germuş a navçeya Xeliliye ya Rihayê ye. Dêr di 2013’an de wek axur hatiye bikaranîn û her tim di hedefa zêrîngeran de bû.Tevî ku turîst diçin Dêrê jî hîna tu xebatek nehatiye kirin.   Bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ye   Zêrîngeran her tim li dêrê kolandin kirine û ji ber van kolandinan çal ava bûne û ev jî xetereya hilweşînê zêdetir dike.   Wek axur hatiye bikaranîn   Di 2011’an de bi biryara lijneya wezîran dêr wek ‘navenda Pêşketina Turîzmê’ hat îlankirin lê tevî 14 sal derbas bûye hîna tu xebat nehatiye kirin. Sozên ku hatin dayîn nehatin girtin.