'Leyla Xalid bi berhema xwe berxwedan kir belge' 2024-12-24 09:06:06   Mîdye Miqted   HELEB - Leyla Xalid a yek ji jinên ku di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de têkoşiyaye û bi berhema xwe berxwedan kir belge wiha got:"Di nava vê pirtûka xwe de min qala rewşa gel a di cejin û şer de kir ku çawa zarok berê bi cil û bergên nû cejin pêşwazî dikirin, diçûn gel dapîrên xwe, serdana heval û mirovên xwe dikirin lê di dema şer de ev hemû qediya bû derfet û tama cejnê nîn bû."   Berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê ku bû nimûneya vîn û tekoşîna gelan îro mohra xwe li dîroka berxwedana gelê kurd dixe, bi taybet jinên van taxan bi hemû hêz û vîna xwe bûn lehengên dîroka berxwedana van taxan. Leyla Xalid yek ji wan berxwedêrên ku weke gelek jinan çek rakir û parastina taxa xwe kire.  Leyla Xalid a yek ji jinên ku di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de têkoşiyaye û bi pirtûka bi navê Şeqîq El Elm (Birayê Êşê) berxwedan kir belge. Leyla Xalid bi vê pirtûkê behsa kêliyên berxwedanê kiriye. Di vê pirtûkê de 5 çîrokên berxwedanê hene.   Leyla Xalid ji me re behsa çîroka xwe ya nivîsandina berhema xwe ya bi şert û mercên dijwar kir.     'Me yekser eniya xwe dan eniya berxwedanê'    Ji aliyê xwe ve jina berxwedêr Leyla Xalid axaftina xwe ya derbarê berxwedana bi rûmet a taxa Şêxmeqsûd kir û wiha got:"Dema ku aloziya Sûriyeyê dest pê kir taxa me jî para xwe ji aloziyê girt. Êrîşên giran bi ser hemû taxên Helebê de hatin, gelê wan taxan dest ji malê xwe berdan lê taxên me Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tekoşîna li dijî êrîşan dan destpêkirin û bi hev re êrîşên dijmin têk birin. Tevî ku çete ketin nava taxa me lê belê me yekser eniya xwe dan eniya berxwedanê. Her wiha yên ku bedelên herî giran di nava vî şerî de dan jin bûn. Lewma jin di nava van taxan de xwedî sekin û helwest bûn. Her wiha rola wan a sereke ya di serkeftina şerê gelê şoreşgerî de bû."   'Me tabûra Gulê Selmo di şer de ava kir'    Di berdewamiya axaftina xwe de Leyla Xalid qala têkoşîna jinê kir û wiha got:"Di dema şerê ku bi ser taxa Şêxmeqsûdê de hat kirin jinê herî zêde rola xwe lîst. Jinan di hemû qadan de cihê xwe girt. Di civakê de rêxistina xwe xurt kir û di çeperan de çek hilgirtin. Çeteyên derveyî taxê ketin wê ferqa ku hemû jinên di taxê de bi berxwedanê re deketina pêş û bi vê yekê re êrîşên xwe li ser taxê girantir kirin. Ji bo ku em jî bersiva êrîşan bidin me tabûra jinan a bi navê Gulê Selmo ava kir û min jî cihê xwe di nava wê tabûrê de girt. Bi avakirina wê tabûrê re carek din jinan bertek û helwesta xwe li dijî êrîşan nîşan dan û rola xwe dubare di parastinê de girtin."   Jin û mêran bi hev re taxa xwe parastin   Leyla Xalid ev tişt bi bîr xist:"Di dema şer de bê ku em cudahiyê bixin navbera me û mêran de li medbax, eniyên şer, nexweşxaneyan û li nava civakê me karê xwe bi hev re bi yek rihî dida dewamkirin. Bi vî awayî taxa me bi serkeftinê tacîdar bû."   'Min bi rêka pirtûkê xwe berxwedan kir belge'   Di berdewamkirina axaftina xwe de Leyla Xalid wiha got:"Berxwedana me hêjayî belgekirinê bû û min jî ev yek kir. Di dema şer de ji ber ku derfeta me nîn bû ku em hemû bûyer û kêliyên wê berxwedanê bi dîrok û zemanê wê belge bikin piştî şer hinek sivik bû min divêtî dît ku ez wê berxwedanê belge bikim û bi vî awayî min dest bi nivîsandina pirtukekê kir. Gavên min ên destpêkê nivîsandina xêzên kurt bûn. Hêdî hêdî bûn hevokên dirêj û bûn çîrok. Min hemû çîrokên ku min nivîsand tomar kir û kir pirtûk. Di pirtûka xwe de min qala hemû çîrokên berxwedana gel kir ku çawa ji ber şer ji mal û bîranînên xwe ji dest didin û berê xwe didin taxên din ji Şerqî ber bi Xerbî. Ji ber di wê  demê de di destpêkê de şer li taxên Şerqî bi giranî dest pê kir."   Qala hûrgiliyên berxwedanê kir   Di berdewamiyê de Leyla Xalid qala çîrokên ku di pirtûkê de qala wê kiribû kir û wiha got:"Di nava vê pirtûka xwe de min qala rewşa gel a di cejin û şer de kir ku çawa zarok berê bi cil û bergên nû cejin pêşwazî dikirin, diçûn gel dapîrên xwe, serdana heval û mirovên xwe dikirin lê di dema şer de ev hemû qediya bû derfet û tama cejnê nîn bû. Her wiha rewşa nexweşxaneyê bi çi awayî bû di dema nebûna bijîşkan û ji ber dorpêça çeteyan derman jî nema bû li hemberî wê çawa gelê me bi însiyatifa xwe birîndar derman dikirin. Her wiha rojnemevanên jin ku çawa bi kêm derfetî hewl dan rastiya ku li taxê diqewime ragihînin. Ev hemû çîrok cihê xwe di pirtûka min de girtin."   'Ez ranewestiyam'   Di dewamiya axaftina xwe de Leyla Xalid qala pirtûk û serenavê wê kir û wiha got : "Pirtûka min bi serenavê Birayê Êşê ye. Tevî ku ez naxwazim wê gotinê bikim jî lê ji ber di şer de her berxwedan xwişk û birayê me bû jî lê belê li aliyekî jî ji ber êşa dilê dayikan min ev serenav hilbijart. Çpa wê du salan li ber xwe da ji ber ku ew gava yekem û serkeftî bû ji bo min. Ez di vir de ranewestiyam, min dest bi pirtûkek din kir û di demek nêz de wê ew jî were çapkirin. Ev pirtûk jî qala rewşa erdhejê dike. Her wiha li kêleka wê ez gotaran jî dinivîsim. Beşek ji wan gotaran qala doza jinê dike."   'Wê dengê jinê neyê qutkirin'   Di dawiya axaftina xwe de Leyla Xalid got dengê jinên ku carek li dijî dijminan rabû kes nikare qut bike û wiha got:"Li dijî êrîşên hov û zihniyeta desthilatdaran jinê serî rakir û bû berxwedêra mezin. Her wiha wê kes nikaribe dîroka koletiya jinê vegerîne."