Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ hat venasîn 2024-12-07 20:39:11   AMED - Di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê ya ku Akademiya ZMa Musîc ji bo perwerdehiya muzîkê ya zarokan derxistibû hat venasîn.   8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amedê (DTSO û Fuara TUYAP’ê ve tê lidarxistin, li Navenda Fuar û Kongreyê ya Mezopotamyayê didome. Li fuara ku eleqe gelek mezine, li standa Weşanên Aram 4 pirtûk hatibû desteserkirin û serdanên piştevaniya bo Weşanxaneya Aramê seranserê rojê berdewam kir. Li aliyê din jî gotûbêja bi sernavê ‘erdnîgarî, bajar û helbest’  ji aliyê Weşanên Everest ve pêk hat.    Akademiya Ma Mucîc jî pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ ya ji bo perwerdehiya muzîkê ya zarokan derxistibû, bi konserekê da venasîn.