Şanoya 'Çalakiya Mal Çêkirî' hat lîstin 2024-11-22 09:13:41   AMED - Bi hevkariya Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê Şanoya “Çalakiya Mal Çêkirî” hat pêşandan. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sincar di dawiya lîstikê de lîstikvanên jin pîroz kir û kulîlk diyarî wan kir.   Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê ya bi dirûşma "Gotina me neqediya ye, em ê bi hev re li dijî tûndiyê bisekinin" Şaredariya Peyasê bi çalakiyên cihêreng berdewam dike.    Di vê çarçoveyê de bi hevkariya Gerînendetiya Çand û Karên Civakî şanoya “Çalakiya Mal Çêkirî” li Navenda ÇandAmedê hat pêşandan. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di dawiya lîstikê de lîstikvanên jin pîroz kir û kulîlk diyarî wan kir. Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku xebatên ji bo kampanyaya "Gotina me neqediya ye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin" bê navber berdewam bikin.