Kazîwe Pervîzniya ku 20 rojan di binçavan de ma hat berdan

  • 19:08 2 Temmuz 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kazîwe Pervîzniya ya ku piştî serdegirtina malê hat binçavkirin, piştî 20 rojan di binçavan de ma, bi kefaletê hat berdan.
 
Li gorî nûçeya ku ji aliyê Kolber Newsê ve hatî weşandin, îro nişteciha Mahabadê Kazîwe Pervîzniya piştî ku nêzî 20 rojan di binçavan de ma, bi dayîna kefaletê û bi awayekî demkî ji Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate berdan.
 
Kazîwe Pervîzniya di 12’ê Hezîranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî Wezareta Îtlaatê ve, bêyî biryara dadgehê hatibû binçavkirin.
 
Ji bo dîtina wê, biraziya wê girtibûn
 
 Li gorî raporên hatine weşandin, hêzên ewlehiyê di 12'ê Hezîranê de êrîşê mala malbata Kazîwe Pervîzniyê kiribûn. Ji ber ku di dema serdegirtinê de Kazîwe ne li malê bû, hêzên ewlehiyê li şûna wê biraziya wê Negar Pervîzniya binçav kirin wekî rehîn. Hate diyar kirin ku piştî Kazîwe Pervîzniya çû lîmanê û xwe radestî rayedarên ewlehiyê kir, Negar Pervîzniya hate berdan û Kazîwe bixwe hate girtin.
 
Bi tawanbariya kişandina dîmenên xwepêşandanan tê sûcdarkirin
 
Hate ragihandin ku Kazîwe Pervîzniya bi tawanbariya "kişandina dîmenên xwepêşandanên Mahabadê" tê sûcdarkirin. Tê gotin ku ew piştî lêpirsîna li cihekî nepenî û di binçavkirina giran de, ji bo Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatibû sewqkirin û heta dawiya qonaxa dadgehkirinê dê li derve be.