Ji bo Selvî Tepe wê li Belçîkayê taziye bê danîn

  • 12:06 15 Temmuz 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Aalst ê Belçîkayê, ji bo bîranîna dayika cangorî û şoreşgeran Selvî Tepe di 19'ê Tîrmehê de roja Yekşemê taziye bê danîn.
 
Li gorî agahiyan hate ragihandin, kesên ku dixwazin sersaxiyê bidin malbata Selvî Tepe di 19'ê Tîrmeha 2026'an saet di 12:00-19:00 de li bajarê Aalst ê Belçîkayê li Hotel De La Gare (Stationsstraat 4, 9300 Aalst) wê li hev bicivin.
 
Komîteya amadekar diyar kir ku kesên dixwazin di saeta diyarkirî de dikarin beşdarî bernameyê bibin û sersaxiyê bidin malbata Selvî Tepe.