Li Lubnanê di 24 saetan de 9 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 21:40 30 Mart 2026
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê  di 24 saetên dawî de 9 kesî jiyana xwe ji dest daye û 137 kes jî birîndar bûye.
 
Li gorî rapora rojane ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrîşên Israîlê yên 24 saetên dawî de 9 kesî jiyan axwe ji dest daye û 137 kes jî birîndar bûye.
 
Li gorî daneyan heta niha di êrîşên Israîlê de bi giştî 124 jê zarok, 87 jê jin  bi giştî 1247 kesî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha heta niha 418 jê zarok û 473 jê jin 3 hezar û 690 kes jî birîndar bûne.
 
Israîlê piştî êrîşên ku bi DYA’yê re li hember Îranê da destpêkirin şûnde, ji 2’ê Adarê şûnde jî operaysonên xwe ku Lubnan jî nav de berfireh kir. Di vê pêvajoyê de Hîzbûllahê 2’ê Adarê de êrîşê nokteyên leşkerî yên Israîlê kir û piştî vê êrîş dijwar bûn.