10'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê tê lidarxistin
- 15:34 9 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn dê derbarê 10'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de li Mala Kevirîn ya Parka 75'an resepsiyonekê li dar bixin.
Gerînendetiya Çand û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) dê 10'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê li dar bixin. Şaredariya Peyasê û OSAD bi minasebeta 10'emîn Mîhrîcana ku bi dirûşma “Em li vir in! Nobedarên dara gûzê ne” dê bê lidarxistin, resepsiyonekê li dar bixin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Daxuyanî û resepsiyon dê di 11'ê Hezîranê de saet di 19.00an de Mala Kevirîn ya Parka 75'an (Li rex Pirtûkxaneya Berhemên Jinan) ya li navçeya Peyasê bê lidarxistin.
Şaredariya Peyasê û OSAD'ê derbarê festîvalê de ev peyam parve kirin: “Di 10'emîn Mîhrîcana xwe de ku li ser şopa heqîqetê, bîreke zindî diafirîne û şahidiya jiyanê diteyisîne ser perdeya spî, em careke din tên gel hev. Em bi pêşkeşkirina 10'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê kêfxweş û bi kelecan in. Em hemû gelê xwe vedixwînin daxuyaniya çapemeniyê û resepsiyona festîvala me ya ku em ê li ber deng û muzîka Sarya û Welat pêk bînin.”







