Bi munasebeta cejnê serdana goristanan hatin kirin

  • 13:01 27 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta Cejna Qurbanê li gelek bajaran goristan hatin ziyaretkirin.
 
Bi munasebeta Cejna Qurbanê li gelek bajaran goristan hatin ziyaretkirin.
 
Colemêrg
 
Li Colemêrgê, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên ku Kedkarên Xwe di Dergûşa Şaristaniyan de Windakirine re (MEBYA-DER), bi munasebeta Cejna Qurbanê Goristana Şehîdan a Serê Solanê hat ziyaretkirin. Tevî rêveber û endamên MEBYA-DER'ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên li bajêr tevlî serdanê bûn. Di serdanê de dia hatin xwendin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin di serdanê de axivî û got: “Hevalên me yên li vir radizên, ji bo gelê Colemêrgê xwîna xwe rijandin. Her yek ji wan li çiya û deştên Kurdistanê bi qehremanî şer kirin û gihîştin mertebeya şehadetê. Ji bo ku em karibin azad bijîn şehîd ketin.”
 
Kesên serdanê kirine piştre cejna malbatên cangoriyan pîroz kirin.
 
Serdan bi danîna qurnefîlên li ser gora cangoriyan bi dawî bû.
 
Stenbol
 
Li Stenbolê bi munasebeta Cejna Qurbanê, di pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) de, gora kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Taxa Gazî ya Stenbolê hatin ziyaretkirin. Ji Cemxaneya Gazî ya li navçeya Sultangaziyê taxa Gaziyê heya Goristana Gaziyê meşek hate lidarxistin. 
 
Di meşê de bi domdarî dirûşma "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê Arîfe Çinar li vir axivî û ev tişt got: "Dewletê her tim got ‘gelê Kurd tune ye’ û Kurd înkar kirin. Bi hişmendiyeke mêtinger nêzî axa gelê Kurd bû. Ger em niha li vir goristanên hevrêyên xwe ziyaret dikin, behsa hebûna xwe dikin û gotina xwe dibêjin, sedema vê yekê hevrêyên me yên şehîd in. Divê em têkoşîna xwe xurt bikin û berpirsiyariya xwe ya li hemberî hevudin bibîr bînin. Em ji vir bang li dewletê jî dikin, divê rêgeza 'mafê hêviyê' tavilê were qebûlkirin û ev pêvajo were lezandin. Ez careke din we hemûyan bi rêzdarî silav dikim û li ber bîranîna hemû şehîdên me bi rêz û minet serê xwe ditewînim."