Tuncay Sonel li dozgeriyê mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tîne

  • 11:22 21 Nîsan 2026
  • Rojane
ERZIROM - Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel ku sewqê edliyê hat kirin, di dozgeriyê de mafê xwe yê bêdengiyê bi kar tîne. 
 
Di çarçoverya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonelê ku di 17’ê Nîsanê de hat binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê. Tuncay Sonel ê ku dê bi sûcê “kuştina kes” û “tunekirin û windakirina delîlan” bê darizandin, îfadeya wî duh li Midûriyeta Polîsan a Erziromê hat girtin. 
 
Her wiha Tuncay Sonel bê kelepçe sewqê edliyê hat kirin. Di heman demê de hat zanîn ku Tuncay Sonel di îfadeya dozgeriyê de mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî.