Malbata Rojwelat Kizmaz xwest ku mirina keça wan bê lêkolînkirin
- 10:50 20 Nîsan 2026
- Rojane
Rabîa Onver
ÊLÎH - Malbatê derbarê doza Rojwelat Kızmaz de ku lêgerîn bi hinceta "kamera nexebitîne" hatibû rawestandin, got, "Ew sê rojan li jineke ciwan a ku dikaribû di saetekê de bihata dîtin negeriyan; ev ne xemsarî ye, vê bi zanebûn wê ber bi mirinê ve biriye" û xwest ku doza Rojwelat Kızmaz ji nû ve were vekirin û berpirsiyar werin darizandin.
Rojwelat Kizmaz, ku piştî di 9'ê Sibata 2024'an de ji mala xwe ya li Êlihê derket winda bû, sê roj şûnde di 12'ê Sibata 2024'an de li Gola Bendava Ilisuyê mirî hat dîtin. Cenazeyê Rojwelat Kızmaz li gundê Hermês yê li ser rêya di navbera navçeya Kercews a Êlihê û Kerboranê de, hat veşartin. Geşedanên dawî yên di doza Gülîstan Doku de ku li Dêrsimê winda bû, mirina bigûman a Rojwelat Kizmaz dîsa anî rojevê. Rastiya ku şert û mercên mirina Rojwelat Kızmaz, hevala nêzîk a Gülistan Doku, nezelal in, nîqaşên li ser têkiliya di navbera her du dozan de gur dike û daxwazên ji bo lêpirsînek bi bandor û zelal dubare dike.
Kamera nexebitîn!
Hate gotin ku malbata Rojwelat Kizmaz roja windabûna wê çûye qereqola polîsan a herî nêzîk da ku serlêdana windabûna wê bikin, lê serlêdan bê encam maye. Li gorî agahiyan, malbat bi rojan bi tena serê xwe li park, nexweşxane û deverên din geriyaye. Piştî ku Rojwelat Kizmaz sê roj şûnda mirî hate dîtin, malbatê ji polîs û qereqola polîsan dîmenên kamerayên ewlehiyê xwestin. Lê, ji malbatê re hate gotin ku kamerayên ewlehiyê yên MOBESE û yên din ên li herêmê naxebitin. Tevî vê yekê, lêpirsîn bi biryara "nebûna bingeha dozgeriyê" hate bidawîkirin û dosya hat girtin.
Ji aliyekî din ve, derket holê ku di qeydên fermî yên di dosyayê de agahdariyên nakok hene. Belgeyên lêpirsînê dibêjin ku qeydên kamerayan hatine lêkolînkirin û hatiye destnîşankirin ku Rojwelat Kizmaz herî dawî li mînîbusekê siwar bûye û ber bi Heskîfê ve çûye. Lêbelê, di dosyayê de qeydên ku wê di heman rojê de li Heskîfê nîşan didin jî hene. Li aliyekî ji malbatê re hatiye gotin ku "kamera nexebitin", di belgeyên fermî de jî tê gotin ku "qeyd hatine lêkolînkirin" û ev jî nakokiyên di dosyayê de nîşan dide.
Malbata Rojwelat Kizmaz ji JINNEWS re axivî û daxwaz kir ku doz ji nû ve were vekirin û lêpirsîn bi awayekî zelal were kirin.
'Me Rojwelat bi derfetên xwe dît'
Xwişka Rojwelat Kızmaz, Adar Kizmaz, diyar kir ku Rojwelat bi berdewamî li ser hevala xwe ya nêzîk Gulîstan Doku diaxivî û wê wekî kesa ji jiyanê hez dikir dianî ziman. Adar Kızmaz diyar kir ku mirina bi gûman a Gulistan Doku bandorek mezin li Rojwelat kiriye û tevî ku dibistan qedandiye jî, ew li Dêrsimê maye da ku beşdarî hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê yên Gulistanê bibe. Adar Kizmaz got, "Pir bi êş e ku du hevalên hev yên nêzîk bi vîrengî jiyana xwe ji dest bidin. Piştî ku Rojwelat winda bû, roj qet li mala me nebû; em hemû di tariyê de man. Dema ku Rojwelat winda bû, em gelek caran çûn qereqol û hêzên ewlehiyê, lê wan em cidî negirtin. Ji ber nêrînên siyasî yên malbatê em paşguh kirin, ji ber vê yekê me dest bi lêgerînê kir. Bi hewldanên xwe em hîn bûn ku Rojwelat li Heskîfê ye."
‘Kamerayên ku gotin xirabe ne dixebitin’
Adar Kizmaz diyar kir ku dema wan ji bo Rojwelat Kizmaz serlêdana sûc kirine, ji wan re hatiyegotin ku kamera şikestî ne. Lêbelê, piştî ku lêpirsîn qediya, wan dît ku di dosyayê de tê gotin ku qeydên kamerayê hatine vekolandin. Adar Kzimaz wiha berdewam kir, "Ger wan karê xwe di wextê xwe de bikira, dikarîbûn wê di saetekê de bibînin, lê wan sê rojan nexwest wê bibînin. Ew sê rojan li xwişka min negeriyan; wan jê re digot xemsarî, lê em jê re dibêjin ajotina jineke ciwan ber bi mirinê ve. Em nizanin di wan sê rojan de çi qewimî; nezelaliyek cuda heye û em dixwazin ev çareser bibe."
'Em dixwazin bizanin kê ev yek kiriye'
Adar Kizmaz diyar kir ku mirinên bi gûman ên her du hevalên nêzîk dişibin hev û ji hev serbixwe nînin, û got, "Gelek tişt hene ku hîn neşirovekirî û nezelal mane; em dixwazin ev werin zelalkirin. Çima dewletê tenê li ser bingeha nasnameya wê ya Kurd û nêrîna siyasî ya malbatê lêgerîn nekiriye, dema ku li her derê kamera hebûn? Em dixwazin doz ji nû ve were vekirin û lêkolîn kirin. Em dixwazin bizanin kê ev kiriye û em dixwazin ew werin cezakirin."
'Keça min ne ji wan kesan bû ku xwe bikuje'
Dayika Rojwelat Kizmaz Taybet Kızmaz, diyar kir ku keça wê ji rewşa Gulistan Doku gelek bi bandor û Rojwelat bi mehan beşdarî hewldanên lêgerînê li Dêrsimê bûye. Taybet Kizmaz got, "Ez çûm ji bo keça xwe rapora windabûnê bidim, lê wan got ku kamera tune ne. Kesî ji bo dîtina keça min tiştek nekir. Her kes ji bo keça min seferber bû, lê ne polîs û ne jî qereqolê tiştek nekir. Keça min ne ji wan kesan bû ku xwe bikuje. Ez dixwazim kesê ku bûye sedema mirina keça min were cezakirin. Ez nizanim çi bikim; ez bêçare me. Ez dixwazim ku ew xwedî li doza keça min derkevin."







