Zextên rejîma Îranê li ser jinan

  • 15:49 18 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Çewisandin û zextên rejîma Îranê ya li ser jinên çalakvan berdewame. Di vê çarçoveyê de li Îranê 2 jinên çalakvan hatin binçavkirin û jinek jî hat qetilkirin.
 
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî di derbarê zext û binpêkirinên rejîma Îranê yên li ser jinên çalakvan de agahiyên nû parve kir.
 
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku li parêzgeha Tehranê jina bi navê Persto Rebîe (22) bêy fermana dadwer dibin êşkenceyê de hat binçavkirin û ji bo girtîgeha Qerçek hat veguhestin.
 
Li navçeya Nezer Abad ya ser bi parêzgeha Elborz jî jina çalakvan Emîne Qasim Zade li gel kurê xwe yê temen 15 salî (Aryo Meşrafî) bêy fermana dadwer hat binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare.
 
Her wiha hatiye diyarkirin ku li parêzgeha Esfehanê jî jina bi navê Fatma Ebasî berî du mehan di dema xwepêşandanan de ji ber gulebarana hêzên Îranê birîndar bibû, piştî du mehan ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.