TJK-E: Werin em li dora heman agirî bicivin

  • 12:01 18 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -TJK-E'yê diyar kir ku Newroza nîşaneya hêvî, berxwedan û raperînê ye û got,"Werin em li dora heman agirî bicivin; coşa xwe mezin bikin, govenda xwe zêde bikin û siberoja wekhev, azad û aştiyane bi hev re ava bikin."
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek da û ragihand ku Newroz ne tenê cejnek e, ew bîra lêgerînaa zadiyê û daîmiya berxwedanê ye.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Zekiye, Ronahî, Bêrîvan û gelek hevrêyên wan veguherîn agirê Newrozê, li dijî polîtîkayên qirkirin û înkarê bûn meşale û bi ronîkirina rêyê têkoşîn mezin kirin.
 
TJK-E'yê got, "Di vê pêvajoya nû de ku bi 27'ê Sibatê re destpê kir, perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kir, wê têkoşîna gelê Kurd tacîdar bike, mîrateyeke dîrokî ji nifşên nû re bihêle. Ev mîrate ne tenê berxwedan e, di heman demê de îfadeya îradeya parastina tevkariya li şaristanî, çand, nasname û hebûna gelekî ye. Weke ku Rêber Apo timî dibêje, ji bo gelek tine nebe divê xwedî li ziman, çand, dîrok û îradeya xwe derkeve.
 
Rêber Apo ku têkoşîn û rizgariya jinê bi felsefeya xwe weke kevirê bingehîn ê têkoşîna azadiyê diyar kir, em weke hevrêyên wî yên jin soza ku me dane wî dubare dikin. Ji bo pêkhatina azadiya wî em ê têkoşîna xwe bi israr bimeşînin."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji aliyên girîng ên têkoşîna civakî jî azadiya jinê ye û hate gotin, "Veguherîne civakî ya bi pêşengiya jinê pêk were wê derî li jiyaneke ji dewlemendiya cihêrengiyan, azadî, wekhevî û heqîqetê re veke. Jin ne tenê parçeyekî jiyanê ye, di heman demê de hêmana esasî ya azadî, jinûve jidayikbûn û berxwedanê ye. Têkoşîna rêxistinbûyî ya li dora jinê wê di avakirina civaka demokratîk de diyarker be."
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên li Ewropayê hate kirin ku hişmendiya civaka demokratîk xurt bikin, aştiyê mezin bikin û îradeya avakirina bi hev re ya paşeroja hevpar nîşan bidin.
 
Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû:
 
"Di Newrozê de ku nîşaneya hêvî, berxwedan û raperînê ye, werin em li dora heman agirî bicivin; coşa xwe mezin bikin, govenda xwe zêde bikin û siberoja wekhev, azad û aştiyane bi hev re ava bikin."