Newroza Şemraxê: Ji bo gelê Kurd dema statuyê ye

  • 11:56 18 Adar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN – Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, pîrozbahiya Cejna Newrozê bi coşeke mezin hate lidarxistin, jinan agirê Newrozê pêxist. Di pîrozbahiyê de, Parlamentera DEM Partyê Berîtan Gûneş got, "Dem hatiye ku gelê Kurd statuya xwe bi dest bixe."
 
Pîrozbahiya Cejna Newrozê li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê bi dirûşmên "Newroz a Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hate lidarxistin. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn, welatî ji saetên sibehê ve gihîştin qadê. Welatiyan cil û bergên kurdî  li xwe kirin û malbatan zarokên xwe bi cilên rengîn anîn qadê. Di pîrozbahiya ku malbat keçên xwe yên piçûk bi porê honayî anîn. Li qada Newrozê gelek caran dirûşmên "Bijî Newroz" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Di pîrozbahiya ku beşdariyeke berbiçav ji ciwanan, bi taybetî jinên ciwan, pêk hat, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek komeleyên pîşeyî jî beşdar bûn. Mehmet Salih Acar û Ronahi Temel ji Komîteya Amadekar a Newrozê di pîrozbahiyê de axaftinên kurt kirin.
 
'Ji bo Kurdan dê bibe saleka azadiyê'
 
Hevseroka Bajêr ya DEM Partyê Nîlûfer Elîk Yilmaz di pîrozbahiyê de navên kesên ku xwe ji bo Newrozê feda kirine rêz kir û got, "Newroz li Rojava Arîn Mîrxan e û di zindanan de Mazlum Dogan e."
 
Nîlûfer Elîk Yilmaz, diyar kir ku ev sal dê ji bo gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe sala azadiyê û got, "Jinên ku porê zarokên xwe dihonin; vê newrozê ji bo azadiya gelê Kurd geştir dikin."
 
'Dem dema azadî û yekîtiya demokratîk e'
 
Piştre, parlamentera  DEM Paertiyê Beritan Güneş Altın newroz li welatiyan pîroz kir. Beritan Güneş Altın diyar kir ku gelê Kurd di salên 90'î de bi bedelên mezin agirê Newrozê pêxist û gihandiye roja îro û got, "Dema ku em vÎ agirÎ pêdixin, em ji bo Mazlum DoGan pêdixin. Em vî agirî ji bo Rahşan Demîrel pêdixin. Em ji bo Zekiye Alkan pêdixin. Em ji bo Ronahî û Berîvanê pêdixin. Ev agir agirê şehîdan e. Ev agir agirê gelê Kurd e. Ev agir agirê têkoşîna gelê Kurd e. Bila newroz bi taybetî li Kurdan pîroz be."
 
Berîtan Gûneş diyar kir ku ew bawer dikin ku ew kesên ku îro girtî ne dê agirê newrozê di sala 2027'an de pêxin û got, "Ji ber ku dema azadiyê hatiye. Dema bidestxistina statuya gelê Kurd hatiye. Dema yekîtiya demokratîk hatiye. Di rojên pêş de dê gelek tiştan li ser çarenûsa gelê Kurd eşkere bikin."
 
Berîtan Gûneş diyar kir ku Abdullah Öcalan ji bo parastina hebûna Kurdan û parastina wan ji komkujiyên li Rojhilata Navîn jî ji bo jiyanê têdikoşin, dixebite û got, "Ew hewl dide ku statuya Kurdan mayînde bike da ku Helepçeyên nû çênebin, da ku Kurd sedsalek din winda nekin. Ji ber vê yekê wî banga 27ê Sibatê kir û bang li gerîlayên azadiyê kir û wan çekên xwe şewitandin. Ew çekên şewitî niha agirê Newrozê geş dikin. Ji ber vê yekê, divê em Ocalan baş bixwînin, wî rast bixwînin û rêxistina xwe berfireh bikin."
 
Agir ji hêla jinan ve hate pêxistin
 
Piştre, girse ber bi qada ku agirê Newrozê dê lê were pêxistin ve çû. Jinan agirê Newrozê bi meşaleyan pêxistin û li dora agirê geş govend hat gerandin.