‘Newroz wê bibe sahneya aştiyê’
- 09:11 18 Adar 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Nûnerên DEM Partî ya Çankayayê û meclîsa jinan beriya Newrozê axivîn û gotin daxwazên îsal li qadan bilind dibin di esasa aştî, azadî û civaka demokratîk de dibe yek.
Pîrozbahiyên Newrozê didomin û di 21’ê Adarê de wê li Amed û gelek bajaran agirê Newrozê bê vêxistin. Her wiha li Enqere û Anatolya Navîn jî wê pîrozbahî pêk bên. Ji DEM Partî ya Çankayayê Nesîl Çîftçî û ji meclîsa jinan Nebûn Nehabat Çalpan axivî û gotin Newroz ne tenê pîrozbahî, îfadeya xurt a veguhestina civakî û aştiyê ye.
Ji DEM Partî ya Çankayayê û meclîsa jinan Nesîl Çîftçî der barê bernameya Newrozê de axivî.
‘Em bi mîrateya berxwedanê pîroz dikin’
Nesîl Çîftçî diyar kir ku îsal li Enqere û bajarên cuda yên Anatolya Navîn wê Newroz bê pîrozkirin û di 21’ê Adarê de li Mamak, Haymana û Kuluyê jî wê agirê Newrozê bê pêxistin. Nesîl Çîftçî wiha got: “Li Eskîşehîr, Konya û navçeyên Enqereyê wê pîrozbahî pêk bên.
Em coşa Newrozê hîs dikin. Newroz ji bo Kurdan xwedî gelek wateyan e. Li gelek welatan cuda cuda tê pîrozkirin lê ji bo me Kurdan xwedî wateyek cuda ye."
‘Azadî tê ziman’
Nesîl Çîftçî bi lêv kir ku bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ Newroz hatiye qonaxeke nû û got: “Jixwe coş hebû lê bi bangê re ev zêde bû. Niha li qadan pîrozbahî hene. Bi pêşengiya jinan agirê Newrozê tê pêxisitn. Qad tije dibin. Li qada azadî tê ziman. Li qadan daxwaz tên ziman. Rewşa girtiyên nexweş, tevlibûna hevalên li dîasporayê ya siyaseta demokratîk, pêkhatina mafê hêviyê. Ev daxwazên esas ên gelê Kurd in. Xwedîderketina li Newrozê girîng e. Divê daxwaz di Newrozê de bên ziman. Em ê li Enqereyê daxwazên xwe bi coşeke mezin bînin ziman.”
‘Dibe sahneya civaka demokratîk’
Nebun Nehabat Çalpan jî balkişand ser rola jinan a di Newrozê de û wiha domand: “Newroz seranserê dîrokê li dijî zilmê bû sembola berxwedanê. Newroza ku jin pêşengiya wê dikin îsal dibe bersiva pêvajoya dîrokî. Dibe sahneya aştî û civaka demokratîk. Bêguman jin pêşengiya aştî û civaka demokratîk dikin. Em dibêjin aştî nebe jin tuneye jin tunebe aştî tuneye. Ji ber vê jî Newroz ji bo jinan Newerozeke dîrokî ye. Jin wê wek her sal di vê Newrozê de jî daxwazên aştiyê bînin ziman.”







