Li Nisêbînê pîrozbahiya Newrozê

  • 12:20 14 Adar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN -Tevî barana zêde jî gel ji bo pîrozbahiya Newrozê ber bi qadê  ve dimeşe.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê lidarxistin. Welatî bi cil û bergên xw yên kurtî herikîn qada newrozê ya Nisêbînê.
 
Welatiyan, bi alên zer, sor û kesk cihê xwe li qadê girtin û li ber stranên li ser dikê goven gerandin. "Newroz Pîroz be"  li ser ekranên li ser dikê hat nîşandan dirşmên ", di heman demê de pankartên ku li ser dikê daliqandî bûn jî li ser wan dirûşmên "Newroza Azadî û Demokrasiyê" hatibûn nivîsandin.
 
Tevî barana zêde ya li navçeyê, welatî hîn jî diherikin qadê  û tê payîn ku siyasetmedara Kurd Gutan Kışanak û siyasetmedarên din li Qada Newrozê biaxivin.