TJA: Jin û zarok hîn jî ne di ewlehiyê de ne

  • 11:37 6 Sibat 2026
  • Rojane
AMED – TJA'yê di daxuyaniyek nivîskî de bi boneya salvegera sêyemîn a erdhejên 6’ê Sibatê teqez kir ku wêranî ne çarenûs e, lê encama xemsarî û polîtîkayên qezenc-navendî ye û diyar kir ku jin û zarok hîn jî di ewlehiyê de nînin û bal kişand ser zarokên winda û sîstema bêcezatiyê.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 6’ê Sibatê salvegera erdhêjê daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de kesên ku di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tevî ku dem di ser de derbas bûye jî, êşa me hîn teze ye û windahiyên me hîn jî bi me re ne. Ev wêrankirina mezin ne tenê bûyerek xwezayî ye; ew encama paşguhkirin, newekhevî û polîtîkayên ku jiyanê bêqîmet dikin e. Careke din, jin, zarok, kal û pîr û xizanan bedela herî giran dan. Bajar hatin hilweşandin; keda jinan, xewnên zarokan û hevsengiya xwezayê di bin kavilan de man. Tiştê ku qewimî ne çarenûs e, karesata ji hêla hişmendiyên ku qezenc û sermayeyê didin pêşiyê ve hat avakirin.”
 
‘Zarok nehatin parastin û hatin windakirin’
 
TJA'yê, destnîşan kir ku 3 sal di ser de derbasbûyî jî rêjeya rastîn a erdhejê hîn ne diyar e û di daxuyaniyê de wiha hat gotin”Hejmara mirovên ku jiyana xwe ji dest dane, hejmara zarokên winda û hejmara mirovên ku hete hetayê seqet mayî hîn jî ne diyar e. Çarenûsa alîkariyên hatî komkirin bi raya giştî re nehat parvekirin; pêvajoyên ji nû ve avakirinê li pişt deriyên girtî, bêyî ku pêdiviyên raya giştî, jin û zarokan werin berçavgirtin, hatin plankirin. Tê zanîn ku yên herî zêde zirar dîtin dîsa jin û zarok bûn. Mafê wan ê bicihkirinê hat binpêkirin; cihên jiyanê yên ewle û saxlem nehatin peydakirin. Jin li hember xizanî, bêewlehî û şîdeta mêran bêtir bêparastin man. Zarok nehatin parastin û hatin windakirin, ji nedîtîve hatin û bi awayekî ber bi îstîsmarê ve hatin berdan."
 
‘Xizmetên civakî pir qels man û teftîş jî nehatine kirin’
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Îro, cîhan careke din bi rêya dozên Jeffrey Epstein dibîne ku îstismara zarokan ne sûcekî tenê ye. Îstîsmar ji hêla avahiyên rêxistinkirî ve tê domandin ku bi bêcezatiyê re xwe mezintir kirin. Rastiya zarokên windabûyî yên ku piştî erdhejê derketin holê jî bi vê sîstema bêcezatiyê ve girêdayî ye. Heta ku pirsa cihê zarokan bêbersiv bimîne, îxtîmala sûc zêde dibe; bêdengî dibe hevkarîya di sûc de. Mekanîzmayên parastinê yên şefaf û bibandor ji bo zarokan li herêma erdhejê nehatine damezrandin. Xizmetên civakî pir qels man û teftîş jî nehatine kirin. Ev rewş ne tenê îxmalkarî ye, polîtikayên bi zanebûn hatin kirine. Bi heman awayî, xweza careke din veguherandin qada talankirina ji bo sermayeyê û wêrankirina ekolojîk kûrtir bû. Gelo jin û zarokên ku ji erdhejê bandor bûne di ewlehiyê de ne? Çima mirov hîn jî neçar in ku di şert û mercên xanîyên nexweş û demkî de bijîn? Çima çarenûsa zarokên winda nayê eşkerekirin? ”  
 
‘Em ji bîr nakin’
 
Ev sê salan saziyên giştî berpirsiyariyên xwe bi cih neanîn û kesên berpirsiyar nehatin darizandin. Xemsarî û sûc wekî asayî hatin hesibandin; mafê jiyanê bi awayekî sîstematîk hat binpêkirin. Em dizanin ku jiyan tenê dikare li ser bingehên rizgariya jinan, hevsengiya ekolojîk û civakek demokratîk ji nû ve were avakirin. Hişmendiya kirêt û baviksalar nikare vê wêrankirinê sererast bike. Ji ber vê yekê, wekî Tevgera Jinên Azad (TJA), em li kêleka jinên ku jiyana wan beriya erdhejê jî hatibû paşguhkirin rawestiyan û piştî erdhejê jî me hevgirtina xwe xurt kir. Em ê binpêkirinên mafên mirovan, windakirin, çarenûsa zarokan, şîdeta li ser jinan û wêrankirina xwezayê bişopînin. Em kesên ku di 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin; em soz didin ku bi parastina jiyanê û berfirehkirina têkoşînê bîranîna wan zindî bihêlin. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrbikin. Em ê dev ji têkoşîna ji bo edalet, jiyanek ewle û wekheviyê bernedin.”