Li Pirsûsê ji bo meşa wê pêk bê bang
- 23:03 20 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Li Pirsûsê rêveberên partiyên siyasî yên navçeyê û parlementerê Rihayê Ferît Şenyaşar ji bo meşa ku li dijî êrişên li ser Rojava dê li Pirsûsê bê darxistin, li kolanên Pirsûsê xebat meşandin û gel vexwendin meşê.
Li Pirsûsê ya girêdayî Riha yê endamên partiyên siyasî, rêveberên navçeya Pirsûsê û Parlementerê DEM Partiyê ji bo meşa ku li dijî êrişên li ser Rojavayê dê 22’yê Çile de li Pirsûsê bê darxistin kolan kolan xebat meşandin û gel vexwendin meşa Pirsûsê. Gel Ferît Şenyaşar, rêveberên navçeyê û endamên partiyê siyasî bi coş pêşwazî kir û tevlî xebatên meşa li dijî êrişên li ser Rojava bûn. Piştre fîşekên hewayî hatin teqandin.







