Li Îzmîrê li dijî tiryakê meş
- 17:57 28 Kanûn 2025
- Rojane
ÎZMÎR- Platforma ”Têkoşîna Li Dijî Tiryakê” li navçeya navendî ya Kadîfekaleya Îzmirê pankarta ”Ji Bo Jiyaneke Azad û Avakirina Pêşerojê, Ne Tiryak Lê Jiyan” vekerin û meşeke girseyî li dar xist.
Pêkhateyên Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê” li pêş mala şînê ya Kutlubey kom bûn û heta cihê bazarê ya Çîmentepeyê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Ciwanan” û “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan. Nûnerên Platformê bal kişandin ser tiryakê û girîngiya avakirina torên hevkariyê.
‘Desthilat ji bo civakê kontrol bike amûra tiryakê bikar tîne’
Endama Plaformê Dilan Toprak bi tirkî daxuyanî xwend û wiha got: ”Em îro ji ber tiryaka ku gel, nirx û jiyana me ya birêxistinkirî hedef digire li hev civiyan. Em baş dizanin tiryakîbûn wisa ji nişkê ve naqewime. Tiryakîbûn di encam pêvajoyeke dûv û dirêj de pêk tê. Kêşeyeke sîstematik e. Desthilatdarî û çînen serdest ji bo civakan kontrol bikin serî li amûrên cûr bi cûr dane û yek ji van jî tiryak e. Pergala kapîtalist jî vê yekê ji nû ve diafirîne. Kapîtalîzm tiryakîbûnê tim wekî amûra şer bikartîne, bi taybetî jî li taxên feqîr û xîzan. Li cihê ku xîzanî pêş dikeve û xeyalên li ser pêşerojê kêm dibin bi kar anîna tiryakê tê teşwîqkirin. Bi vê re jî desthilatdarî û çînên serdest dixwazin, xwebirêxistinkirinên kolektîf û vîna gel bişkînin. Em van rastiyan baş analîz dikin, lewma em ê her hewl bidin bi grûbên xîzan, jin, ciwan, koçber, LGBT+ ku ev grûb tim bi zanebûn hedef tên girtin û bûne komên bi dezavantaj. Ji ber vê ji bo van komên bi dezavantaj em ê hewl bidin ew tim di navenda jiyanê de bin û dev ji jiyanê bernedin.”







