Ji Şaredariya Peyasê Kargehên Parastina Zarokan û Hilberîna Jinan
- 10:43 23 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê xebatên xwe yên perwerdehî û hilberînê yên ji bo yekeyên cuda ku civakê dike armanc, didomîne. Gerînendetî, di heman demê de ku xebatên xwe bi beşên cuda yên şaredariyê re koordîne dike, çalakiyên cûda li dar dixe ku balê dikişînin ser bilindkirina hişmendiyê ya derbarê parastina zarokan û xurtkirina ked û hevgirtina jinan.
Atolyeya Parastina Zarokan
Armanca "Atolyeya Parastina Zarokan" a ku ji bo atrenor û xebatkarên Gerînendetiya Karên Ciwan û Sporê hatibû lidarxistin, bilindkirina hişmendiyê di nav xebatkaran ku bi zarokan re dixebitin de bû. Di atolyeyê de li ser têgihiştina zarokan, polîtîkayên parastina zarokan di sporê de û mijarên îhmalkarî û îstîsmara zarokan hat sekinandin. Her wiha, nîqaşên înteraktîf li ser rêbazên ragihandina bi bandor bi zarokan re, şaşfêmkirinên berbelav û şêwazên tevgerî yên saxlem hatin meşandin.
Atolyeya Pançê
Di heman demê de, ji bo ku keda jinan xuya bibe û piştgiriya pêvajoyên hilberînê were kirin, bi hevkariya Şaredariya Mezin a Amedê li Taxa Kûça ji bo jinan atolyeyeke pançê hate organîzekirin. Jinên beşdar bi bikaranîna afirînerî û xeyalên xwe nexşên pançê çêkirin. Her wiha di atolyeyê de serpêhatiyên li ser têkiliya jinan a bi ked, hilberîn û xwezayê re hatin sekinandin, nêrîn hatin parvekirin da ku hevgirtina jinan xurt dike.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan bi rêya atolye û kursên wiha, armanca dike ku wekheviya zayendî û bihêzkirina aborî û civakî ya jinan bidomîne. Hat ragihandin ku xebatên bi vî rengî dê di dema pêş de jî berdewam bikin.







