Di salekî de 23 jin û 348 zarok bi bermahiyên şer birîndar bûn

  • 15:20 2 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku ji Kanûna 2024’an û vir ve li gelek herêmên Sûriyeyê di encama teqîna bermahiyên şer de 23 jê jin û 348 jê zarok bi giştî 774 sivîl birîndar bûn.
 
Li Sûriyeyê qezayên ku ji ber bermahiyên şer çêdibin, xetereya domdar a li dijî gel nîşan dide. Ev rewş, pêdiviya mudaxeleya lezgîn a ji bo paqijkirina van bermahiyan û ewlekirina herêmên bandorbûnê, radixe berçavan.
 
Ji hilweşîna rejîma Sûriyeyê û vir ve, bandorên şer tenê bi qetilkirin û tasfiyeyên rasterast re sînordar nema; bermahiyên xeternak ên mîna çek û teqemeniyên neteqiyayî yên mîrateya şer derketin holê. Ev rewş, bi taybetî ji bo zarok û jinan, her tim gef li jiyana sivîlan dixwe.
 
Li gorî daneyên Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve li gelek herêmên Sûriyeyê di encama teqîna bermahiyên şer de 23 jê jin û 348 jê zarok bi giştî 774 sivîl birîndar bûn. Ev rewş, nîşan dide rûxmê ku operasyonên leşkerî yên rasterast bi dawî bûne jî, sivîl hêj di bin xetereyek cidî de ne.
 
Her wiha, daneyên mehane yên îsal nîşan didin hejmara mexdûran roj bi roj zêde dibe. Dema ku meha Mijdarê, bi birîndarbûna 155 kesan re hejmara herî zêde tomarkir, di mehên din de bi dehan bûyer hatin ragihandin. Piraniya van bûyeran ji zarok û jinan pêktê; ev yek jî girîngiya hewldanên lezgîn a ji bo paqijkirina bermahiyan û ewlekirina herêman destnîşan dike.