Ji Şaredariya Peyasê bernameya 25'ê Mijdarê
- 09:06 12 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - Li navçeya Peyasê, ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê ve bernameyeke berfireh a çalakiyan hate destpêkirin.
“Em bi hev re dengê xwe bilind dikin: Ji bo Jiyaneke Azad û Bê Tundî Gotina Me Neqediya!” bi vê dirûşmeyê Gerînendetî derketiye rê, li navçe û gundên navçeyê bi jinên taxan re civîn, pêşandanên şano û fîlman, vekirina standan û atolyeyên hevgirtinê lidar dixe. Çalakî li qadên fireh, ji taxan heta gundan, ji navendên jiyanê heta AVM’yan têne lidarxistin.
Gerînendetîya Polîtîkayên Jinan, bi vê bangewaziyê hemû jinan vexwendiye çalakiyan: “Li dijî tundiyê bijî hevgirtina jinan! Her der berxwedan, her der hevgirtin. Em Dê Bi Hev Re Tundiyê Bidin Sekinandin!”
Bernameya Çalakiyan:
12 Mijdar 2025
10:00 – Pêşandana Fîlm (Navenda Jiyanê ya Jinan)
11:00 – Xebata Taxê (Gundê Hestiya)
13 Mijdar 2025
09:30 – Atolyeya Hevgirtinê (Navenda Jiyanê ya Jinan)
14:00 – Atolyeya Hevgirtinê (Gundê Hestiya)
14 Mijdar 2025
14:30 – Atolyeya Hevgirtinê (Navenda Jiyanê ya Jinan)
17 Mijdar 2025
13:30 – Xebata Taxê (Taxa Mezopotamyayê )
09:30 – Atolyeya Hevgirtinê (Navenda Jiyanê ya Jinan)
18 Mijdar 2025
10:00 – Xebata Taxê (Taxa Barişê)
13:30 – Atolyeya Hevgirtinê (Bazara Keda Jinan)
18:00 – Atolyeya Hevgirtinê (Navenda Jiyanê ya Jinan)
19 Mijdar 2025
13:30 – Lîstika Şanoyê ya Jinan (Çand Amed)
20 Mijdar 2025
11:00 – Xebata Taxê (Taxa Tilê)
21 Mijdar 2025
10:00 – Atolyeya Hevgirtinê (Gundê Tîşo)
13:30 – Atolyeya Hevgirtinê (Navenda Jiyanê ya Jinan a 500 Evlerê)
23 Mijdar 2025
14:00 – Atolyeya Hevgirtinê (Pirtûkxaneya Berhemên Jinan ya Peyasê)
24-25-26 Mijdar 2025
10:00-19:00 – Stand (Ceylan Karavîl-AVM)
24 Mijdar 10:00 – Xebata Taxê (Rawestgeha Çeşmeyê ya Gazîlera)
26 Mijdar 2025
11:00 – Xebata Taxê (Gundê Xustusê)
27 Mijdar 2025
13:00 – Atolyeya Hevgirtinê (Gundê Xustusê)
Jin ji bo paşerojeke bê tundî bi van rêzeçalakiyan tên cem hev. Şaredariya Peyasê jî bi van çalakiyan armanc dike ku hem hişyariyê biafirîne hem jî hevgirtinê xurt bike.







