
Çalakiyên 15'ê Gulanê bi daxuyaniyekê dawî bûn
- 13:35 15 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Amadekar a Saziya Perwerdehiyê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên 15`ê Gulanê bi dawî kir û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê bingehî.
Komîteya Amadekar a Saziya Perwerdehiyê ya Kantona Firatê çalakiyên xwe yên 15`ê Gulanê bi beşdarbûna mamoste, xwendekarên dibintana û yên zanîngehê bi daxuyaniyekî dawî kir.
Daxuyanî ji aliyê Berdevka Komîteya Çalakiyan Stêrvan Bozan ve li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hat dayîn.
Daxuyanê wiha ye:
Çalakiyên ku me 10`ê Gulanê dest pê kiribû em li goristana Şehîdan bi dawî dikin û vê rojê li diyarî giyanên wan dikin
Stêrvan Bozan diyar kir ku zimanê Kurdî ya dibin çar dewletên desthilatdar de û her yek ji wan ji bo tunekirina zimanê Kurdî asîmelekirina Kurdan polîtîkayên cûr bi cûr didin meşandine.
Li Rojavayên Kurdistanê di şert û mercên herî zehmet de bi saya azadîxwaz, têkoşer û şehîdên mîna Viyan Amara, Egîd Cîlo û Zozan Hesekê gelek mamosteyên şehîd xizmeteke gelekî mezin di ber doza Kurdistanê de dane. Ji ber hingê wan bi hurmet û bi rêzdarî em wan bi bîrtînin û rêça ku wan ji bo me ji me re vekirine xewn û xeyalên wan bi sozdarî berdewam dikin.
Stêrvan Bozan bal kişand li ser deskeftiyên şoreşê di asteke herî bilindtir rêça xwe berdewam bike û berhemên xwe yên nirxdar bibîne, pêwîste ku em jî wekî qada perwerdehiyê ya Kantona Firatê li gorî ruhê şoreşê tev bigerin û pêwîste ku mamoste, rewşenbîr, xwendevan û hemû xebatkarên kurdiyê xwe di ber pêşxistina zimanê kurdî de berpirsyar bibînin çi bi rêya qada kurdîkirina dîmenên bajarê me û çi jî bi rêya çalakiyên cihêreng ên belavkirina hişmendiya zimanê kurdî.
Stêrvan Bozan di dawiye da jî diyar kir ku ‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafekî rewa û bingehîn e, û wiha got: “Divê perwerdeya ya bi zimanê dayîkê di destûra fermî ya Sûriyayê de were naskirin û qebûlkirin. Ji ber hingê ku kurdiyê muhra xwe li her derê xistiye, lê belê ji salên berê zêdetir divê ku em ji îro şûn ve ji bo hişmendiya zimanê kurdî li her dibistan,sazî, qad, gund û kolanan de bi rihê kurdî û xeyalên şehîdan zindî bihêlin.”
Daxuyanî bi şiyara Bijî têkoşîna ji bo Zimanê Kurdî, Zimanê Kurdî Nasname û hebûna me ye dawî bû.