
Foza Yûsif: PKK ketiye pêvajoyeke nû
- 10:50 13 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif diyar kir ku bi biryareke dîrokî, têkoşîna PKK'ê ketiye pêvajoyeke nû.
Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal X derbarê daxuyaniya Konseya Kongreya 12'emîn a PKK'ê de parvekirin kir.
Parvekirina Foza Yûsif wiha ye: "Bi biryareke dîrokî, têkoşîna bêhempa ya PKK'ê ketiye pêvajoyeke ji nû ve jidayikbûnê. PKK'ê bi têkoşîna xwe û nirxên ku afirandî hebûn û nasnameya gelê Kurd garantî kiriye. Niha, bi 'Avakirina Civaka Demokratîk', Kurd dê pêşengiya Ronesansa Rojhilata Navîn bikin. Meşa pîroz a PKK'ê vediguhere maratonekê."