Avukat Elif Taşdogen: Divê zagon bi rêk û pêk bi cih bên

  • 09:05 11 Adar 2025
  • Rojane
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Endama OHD'ê Parêzer Elîf Taşdogen, diyar kir ku "mafê hêviyê" yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi taybetî di qonaxa yekemîn de divê bi awayekî qanûnî bê bicihanîn û got, "Pêwîst e bi lezgîn rêziknameyên qanûnî bên çêkirin, ji nû ve bên nirxandin û derfetên azadiyê bên afirandin."
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27’ê Sibatê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Abdullah Ocalan bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” banga dîrokî kir. Ev banga dîrokî ya ku di rojeva hemû cîhanê de bû, eleqeyek mezin û deng veda.
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Elîf Taşdogen, hem li ser girîngiya pêkanîna hiqûqî ya "mafê hêviyê" ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxandin kir.
 
'Çima ev qanûn girîng e?'
 
Elîf Taşdogen, bal kişand ser wê yekê ku divê bi lezgînî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafê “hêvîbûnê” sûdê werbigire, di vê wateyê de têkildarî “mafê hêviya azadiyê” ev nirxandin kir: “Mafê hêviya azadiyê tê wê wateyê ku girtî piştî demekê di girtîgehê de bi rêya hin lijneyan dîsa bi şert û merc mafê serbestberdana bi şert tê dayîn. Ev wekheviya wê ya pratîkî ye. Dîsa AÎHM’ê dema behsa wê tê kirin 25 sal in. Di biryarên ku hatine girtin de, tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê rejîmên îdamê yên welatên ku ew alîgirê wan in, di navberên 25 salan de bêne rêkxistin û ev heyama 25 salan li ber çavan bê girtin. Der barê Birêz Abdullah Ocalan de biryara binpêkirinê ya di sala 2014’an de heye. Dema em li biryara Ocalan a 2014’an dinêrin, tê gotin ku ‘Girtdana heta hetayî ya bê hêviya azadbûnê’ di çarçoveya xala 3’emîn a peymanê de binpêkirinek e. Dîsa bal hat kişandin ser şert û mercên tecrîdê yên bi taybetî ji bo Birêz Abdullah Ocalan hatine afirandin û biryar hat girtin ku xala 3'yem a peymanê ya ‘Qedexeya îşkence û muameleya xerab hatiye binpêkirin’. Jixwe ji aliyê AÎHM’ê ve heyamek 25 salî heye. Û birêz Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ye. Tam di vê demê de divê em behsa azadiya Birêz Abdullah Ocalan bikin. Pêwîst bû ku em behsa hewcedariya rêziknameyên di derbarê azadiyê de bikin. Ji ber ku dema derbas bûye ev yek temam bûye, divê di vê qonaxê de amadekarî bên kirin. Niha her kes behsa başkirina şert û mercên birêz Ocalan dike, lê dema em li qanûnên heyî dinêrin, diviyabû em behsa azadiya Birêz Abdullah Ocalan bikin. Çima ev qanûn girîng e? Ji ber ku divê bê gotin ku ev yek ne tenê li ser birêz Abdullah Ocalan ku cezayê muebetê lê hatiye birîn, wê bandorê li zêdetirî 4 hezar kesî bike. Ji bo afirandina van derfetan divê rêzikên qanûnî bi lezgîn werin çêkirin û vekolîn."
 
'Bi rêbazên cuda dikarin nîqaşên rast bên destpêkirin'
 
Elîf Taşdogen bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, diyar kir ku rêze serdana heyeta Îmraliyê rastiya tecrîdê ji holê ranekiriye. Elîf Taşdogen, da zanîn ku ji bo bingehek qanûnî bê avakirin, divê beriya her tiştî tecrîda ku tê meşandin bê rakirin û got, “Divê demildest pergala tecrîdê bi dawî bibe. Divê ev atmosfera neyînî ya ku ji aliyê Girtîgeha Girava Îmraliyê ve hatiye afirandin jî ji holê bê rakirin. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan rola xwe ya heyî baş bilîze divê şert û mercên heyî bên dabînkirin. Bingeha ku van şert û mercan derkevin holê amade ye. Biryara ku di sala 2014'an de ji aliyê DMME'yê ve hatiye dayîn, ji bo rêziknameya qanûnî bê dayîn bes e. Beriya her tiştî divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin, birêkûpêkkirin û ji bo birêvebirina vê pêvajoya heyî hemû derfet bên dayîn. Destpêka hevdîtinên birêz Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata wî re tê wê wateyê ku divê hemû mafên ku di hiqûqa neteweyî de hatine dayîn bi cih werin anîn û di vî warî de tişta ku tê xwestin bê kirin. Dema ku şert û mercên neyînî yên li ser Birêz Abdullah Ocalan ji holê hatin rakirin, bi diyalog û rêbazên cuda dikarin nîqaşên rast bên destpêkirin. Tişta girîng ew e ku şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bên başkirin û li ser bingeheke guncav bê danîn."
 
'Divê hawîrdoreke baweriyê bê avakirin'
 
Elîf Taşdogen, anî ziman ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" li hemû cîhanê eleqeyek mezin dîtiye û deng veda û got, "Alîyekî bi ragihandina vîna xwe gav avêt, lê hîn jî zextên siyasî yên gelekî cidî hene. Em di pêvajoyeke ku ji aliyê qanûnê ve jî tê bikaranîn re derbas dibin. Em behsa pêvajoyeke ku tê de tê nîşandan, her kesê ku daxuyaniyê bide, rexne bike yan jî nêrînekê bibêje, wê bikeve girtîgehê." Elîf Taşdogen da zanîn ku divê pêşî li Tirkiyeyê hawirdora baweriyê bê avakirin û got, “Ji bo hemû civak tevlî vê pêvajoya heyî bibin û hemû civak xwedî li gotina xwe derkevin, beriya her tiştî divê dawî li van êrîşên hiqûqî bê anîn. Li aliyekî axaftinên hêviyê tên kirin û gavên cidî tên avêtin lê li aliyê din jî operasyonên siyasî berdewam dikin. Ji ber vê yekê beriya her tiştî divê hawirdora baweriyê bê afirandin. Ger pêvajoyek hebe divê her du alî jî bi zelalî erkên xwe yên heyî pêk bînin. Ger ku her kes tevlî banga aştî û civakê bibe, divê civak xwe bi ewle hîs bike û hawîrdora tevlêbûnê bê afirandin. Piştî ku ev pêk hatin, rêziknameyên makeqanûnê tên nîqaşkirin û perwerdeya bi zimanê zikmakî, welatîbûnê tê nîqaşkirin û hemû qanûnên nebaş ên li dijî jinan vedigerin ser koka xwe. Tiştên ku dikarin bên kirin ev in, lê berî her tiştî divê hawirdoreke pêbaweriyê bê avakirin û mirov bi vê hest û baweriyê tev li pêvajoyeke wisa xweş bibe û xwe wek mijar hîs bike.”
 
'Berpirsiyariya herî mezin a dewletê afirandina hawirdora baweriyê ye'
 
Elîf Taşdogen diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di civakê de atmosfereke nû ya hêviyê derketiye holê û destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo hemû gelan pêvajoyeke dîrokî ye. Elîf Taşdogen got, “Eger zemîna demokrasiyê ava bibe, wê her kes bixwaze bibe alîgirê pêvajoyeke wiha dîrokî. Ew ê bixwaze rengê xwe û gotinên xwe bêje. Mirov xwe ewle nabîne. Berpirsiyariya herî mezin a dewletê bawerî ye. Divê dewlet jîngeheke baweriyê ava bike. Heger çareseriya pirsgirêkeke wiha giran a ku Tirkiye dihejîne tê nîqaşkirin, ji bo vê jî çi pêwîst be divê bê kirin. Derdoreke ku behsa hemû rengan tê kirin û hemû nasname lê hene rengîn û tijî hêvî ye. Û di hawîrdoreke wiha de her kes wê bixwaze xwe îfade bike. Berpirsiyariya ku dikeve ser milê her kesî wê bike. Lê baweriya gel bi hikûmetê nayê. Ji ber ku pêvajoyên berê. Bîranînek heye, bîranînek diyar heye. Li cihê ku bingehek demokratîk ava nebe wê nikaribin mudaxele bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ger gavên jidil bên avêtin em ê di demên aram û bi hêvî re derbas bibin. Em di wê baweriyê de ne ku dikarin derdorên ku her kes tê de rengê xwe diyar bike û xwedî gotin hebin. Bi vî awayî ew zemîna demokratîk ava dibe."
 
Pirsgirêka Kurd
 
Elîf Taşdogen di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê bi rêya qanûnê demildest operasyonên wan ên siyasî bi dawî bibin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ku bi salan e li Tirkiyeyê didome û heye. Lê rayedarên Tirkiyê li cihê înkar û redkirina pirsgirêka kurd in. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nehat qebûlkirin, bi pirsgirêkeke kûr re rû bi rû ma. Beriya bi salan di serdana Erdogan a Rûsyayê de kurdekî ev pirs ji Erdogan kiribû; ‘Hûn dixwazin der barê pirsgirêka kurd de çi bibêjin?’ Erdogan jî bi gotinên ‘Eger hûn nafikirin pirsgirêkek wiha heye, pirsgirêkek wiha tune’ bersivand. Em dibînin ku siyaseta Tirkiyeyê bi vê bersiva salên berê re hê jî di heman xalê de ye. Berevajî vê, eger pirsgirêkek hebe, ew pirsgirêk tê tesbîtkirin û piştî ku ev pirsgirêk were tesbîtkirin, li çareyan digerin. Pirsgirêka Kurd rastiyeke ku hebûna xwe didomîne. Di vê wateyê de divê were zanîn ku pirsgirêka Kurd di qonaxeke wisa de ye ku bandorê li tevahiya civaka Tirkiyeyê dike. Ji bo vê divê rêgezên qanûnî bên çêkirin. Beriya her tiştî em dikarin bi qebûlkirina pirsgirêka Kurd dest pê bikin û di vî warî de çareseriyan derxin holê û divê di vî warî de rêgezên qanûnî bên çêkirin. Û pirsgirêka kurd jî di vê wateyê de dibe ku ji holê rabe."
 
‘Divê her kes bi berpirsyarî rabe’
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên ku bi tena serê xwe nikarin bijîn hene. Divê di vê derbarê de rêzikên qanûnî bên çêkirin. Nexşeya rê dikare bi lezgînî were kişandin. Dema ku em di pêvajoyek wisa jiyanî re derbas dibin, ev jî pêdivî bi rêkûpêkkirinê heye. Divê demildest girtiyên nexweş bên tehliyekirin û şert û merc bên afirandin. Eger em behsa avakirina civakeke demokratîk dikin, pêwîst e her kesê ku dixwaze rengê xwe, nasnameya xwe, dengê xwe bijî, tevlî vê pêvajoyê bibe. Ji ber ku çêbûna vê zemînê li cihekî jî tê wê wateyê ku sibê bihar tê Tirkiyeyê. Di vê wateyê de pêwîst e hemû beşên civakê hestiyar bin. Tirkiyeya ku ev qas êş lê hatine jiyandin, pêwîst e bi hesasiyeteke zêdetir rabirdûya Tirkiyeyê li ber çavan bigire. Çêbûna wê zemînê tê wê maneyê ku hemû bawerî, hemû deng, hemû reng hewce ne ku di vê wateyê de dengekî derxin ji ber ku ew ê şênber bibînin. Ji ber vê yekê divê em pir cidî û jidil nêzî pirsgirêka Kurd bibin ku pirsgirêkek pir giran e."