Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin bibîranîn 2026-08-20 21:00:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn.   Li Gundê Kanaro ya ser bi bajarokê Çarta ya sînorê Paêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê endamên Çapemeniya Azad bi boneya salvegera duyemîn a qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn du kevok û du kew berdan xwezayê.   Rojnamevanan careke din soza girêdanbûna xwe ya bi şehîdan re dubere kirin.   Piştre jî du kevok û du kew firandin xwezayê. Ev yek jî tê wateya ku wê heta dawiyê girêdayî doz û rêya wan bin.   Xelkê gund jî piştevaniya xwe ya ji bo rojnamevan û ragihandina azad û şehîdan dubare kirin.   Hêjayî bibîr xistinê ye 23’yê Tebaxa 2024’an li ser rêya Seyîdsadiq-Helebceyê di êrişeke balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dema li ser erka xwe bûn, hatin qetilkirin.