Li Cizîrê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin 2026-08-16 19:10:28      ŞIRNEX – Komeleya Dayikên Aştiyê li Cizîrê bi stranan hat vekirin.    Komeleya Dayikên Aştiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat vekirin. Gelek kes beşdarî merasîma vekirinê bûn.    Dayika Aştiyê Şîrîn Demîr, beriya vekirinê axivî û hêviya xwe anî ziman ku ev komele rê li ber aştiyê û azadiyê veke, herwiha spasiya hemû kesên ku di vê xebatê de ked dane, kir.    Şîrîn Demîr got: "Bila komeleya me bibe wesîleya qencî, xweşî û azadiyê. Bi îzna Xwedê, bila deriyên hemû girtîgehan  û deriyê Îmraliyê jî  bên vekirin. Em aştiyê û azadiyê dixwazin. Me qet şer nexwestiye. Bila ev komele bibe sembola aştiyê û azadiyê."   Piştî axaftinê, komele di nava stran û tilîliyan de hat vekirin.