Aqûbeta windayan hat pirsîn 2026-08-15 14:05:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan di çalakiyên xwe yên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê de aqûbeta windayan pirsîn.   Xizmên Windayan û Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya "Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin" domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Kartay, Haci Ahmet Er û faîlên Ramazan Şat û Abdûlkerîm Vardar hate pirsîn.   Amed   Xizmên windayan û Şaxa ÎHD a Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 914'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Meclîsa Dayîkên aştiyê, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di 15'ê Tebaxa 1995'an de li gundê Gomeç ê girêdayî navçeya Hêne ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hate revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn.   Rêvebera Şaxa ÎHD'a Amedê Berfîn Elçî Polat di çalakiyê de çîroka Mûhyettîn Taştekîn xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû   Êlih   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa  ÎHD'ê ya Êlihê di hefteya 750'emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Haci Ahmet Er ê ku di 15'ê Tabaxa 1995'an de li navçeyê Çelê ya Colemêrgê hatibû revandin û windakirin hate pirsîn. Endamê Şaxa ÎHD'a Êlihê Alî Karadag çîroka Haci Ahmet Er xwend.   Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Riha   Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê û xizmên windayan di hefteya 80'yan de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin û kuştin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHD'ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de faîlên karmendê PTT'ê Ramazan Şat ê ku di sala 1992'yan de li Rihayê di encama êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.   Rêveberê İHD'ê ya Rihayê Îsmaîl Tellî çîroka Ramazan Şat xwend. Daxuyanî piştî deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Colemêrg   Çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan a “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li kolana Hunerê ya Geverê hat lidarxistin. Di hefteya 240'emîn a çalakiyê de kujerên Abdulkerîm Vardar yê di 15'ê Tebaxa 1993'an de li Taxa Esentepe ya Geverê ji aliyê leşkeran ve di serdegirtina malê de hatibû kuştin hat pirsîn.   Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Ozan Akbaş ve hat xwendin. Ozan Akbaş da zanîn ku 33 sal in bûyera kuştina Abdulkerîm Vardar nehatiye zelal kirin, sucdar û kujerên wî nehatine ceza kirin. Di dawiya daxuyaniyê de pirsa “Winda diyar e, kujer li ku ne?” hat pirsîn.   Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.