Li girtîgeha Meşhedê metirsiya darvekirina çar jinan 2026-08-07 16:26:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Çar jin li girtîgeha Vekîlabad a bajarê Meşhedê, ji ber tohmetên giran ên ku rejîma Îranê xistiye stûyê wan, rûbirûyê metirsiya cezayê darvekirinê bûne.   Malpera Jinên Karker ên Îranê derbarê metirsiya darvekirina çar jinên çalakvan ya ji aliyê rejîma Îranê ve raporek belav kir.   Di raporê de hatiye diyar kirin ku herî kêm çar jin ji ber tohmetên giran ên dadweriya Îranê rûbirûyê cezayê darvekirinê bûne. Tevî ku hîn biryara dawî li ser dosyayên wan nehatiye dayîn jî, ev demeke dirêje ku di girtîgehê de di nav nediyariyê de tên ragirtin; ev rewş jî bûye sedema zextên derûnî yên pir giran li ser wan.   Nasnameya wan çar jinan û hûrgiliyên dosyayên wan wiha ne:   Mehbûbe Şe’banî (30 salî): Di xwepêşandanên herî dawî de ji ber ku xwepêşanderên birîndar gihandiye nexweşxaneyê hatiye girtin. Tohmeta “Meharebe” (şerê li dijî xwedê) xistine stûyê wê û dosyaya wê şandine Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê.   Zeyneb Mûsevî: Di Adara 2026’an de tevî birayê xwe yê bi navê Hesen Mûsevî hatiye girtin. Tohmeta “Meharebe” li wan hatiye barkirin û dosyaya wan ji bo derxistina cezayê giran ji Dadgeha Şoreşê re hatiye şandin.   Roya Cemîliyan Mutleq: Welatiya bajarê Meşhedê ye û bi tohmeta “Sebû Nebî” (heqaretkirina li pexember) hatiye binçavkirin. Dosyaya wê hîn di qonaxa lêkolînê de ye û parastina wê ya dawî nehatiye girtin.   Haniye Serbozî (29 salî): Dayika zarokekî ye. Bi tohmeta “Bexî” (serhildana çekdarî ya li dijî dewletê) di girtîgeha Vekîlabadê de girtî ye. Dosyaya vê girtiyê jî hîn di qonaxa lêpirsînê de ye û parastina dawî jê nehatiye girtin.   Hêjayî gotinê ye ku tohmetên mîna “Meharebe”, “Bexî” û “Sebû Nebî” di sîstema dadweriya rejîma Îranê de di rêza wan tohmetan de ne ku her dem cezayê darvekirinê li ser wan tê birîn.   Çalakvanên mafên mirovan banga lezgîn dikin ku dengê van jinên girtî bigihîje rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, daku rê li ber derxistina her biryarekî hov û giran ê li dijî wan were girtin.