'YPJ dê di rojên pêş de li Şamê hevdtînan bike' 2026-08-04 16:33:58   NAVENDANÛÇEYAN - Berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJ‘ê Rûken Cemal diyar kir ku pêşniyar hene ku YPJ‘ê wekî hêzeke xweser a dijterorê di nava wezareta hundirîn de cih bigire û got, di derbarê vê mijarê de dê di rojên pêş de hevdîtinan li Şamê bikin.   Berdevka Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûken Cemal îro agahiyek da malpera YPJ‘ê. Rûken Cemal diyar kir ku di çarçoveya peymana 29 Çileya 2026’an de weke YPJ‘ê danûstandinên wan bi Şamê re dewam dikin.   Rûken Cemal bi bîr xist ku di meha Nîsanê de hevdîtin bi wezîrê parastinê yê hikûmeta veguhêz Murhaf Ebû Qasra re pêk anîbû û got: “Me pêşnûmeyeke ji nêrîn û pêşniyarên xwe bi awayekî nivîskî pêşkêş kiribû. Heya niha tu pêşniyar an jî biryareke fermî ji aliyê rayedarên Şamê ji me re nehatiye ragihandin.”   Rûken Cemal destnîşan kir ku nêrîn hene ku YPJ‘ê wek hêzeke xweser a dijîterorê di nava wezareta hundirîn de cih bigre, lê belê heya vê kêliyê ew negihane biryareke zelal.   Berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJ‘ê anî ziman ku di rojên pêş de dê ji bo guftigokirina vê mijarê wê hevdîtinên wan li gel rayedarên Şamê pêk werin û ev peyam da: “Heya ku em mîrateya YPJ‘ê bixin bin ewlehî û misogeriyeke qanûnî wê têkoşîn û xebatên me dewam bikin.”