'Qayim polîtîkayeke ekokirimê dimeşîne' 2026-07-19 16:07:39   WAN - Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOBê ya Wanê li dijî betonkirina qadên kesk daxuyanî da. Di daxuyanî de hat destnîşankirin ku rejîma qeyim polîtîkayeke qirkirina ekolojîk dimeşîne û qadên ku di erdhejê de gel lê kom bibe jî bi betonê hatine dagirtin.   Di pêşengtiya Platforma Yekîtiya Jûrên Endezyar û Mîmaran a Tirkiye ya Wanê de li dijî polîtîkayên qayim yên tunekirina qadê hêşînahî yên bajêr daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de Pankarta ‘Ji bo paşeroja me, hêşînahiya me û gelê me’ hat vekirin. Endam û nûnerên saziyên civakî, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdûllah Zeydan ku qayim li şûna wan hatine tayînkirin û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn.   Bajar ne tenê ji avahiyan pêk tên   Li ser navê Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOBê ya Wanê, Ahmet Ortakçi metna daxuyaniyê xwend.   Ahmet Ortakçi destnîşan kir ku armanca wan parastina pêşeroja hevpar a Wanê û mafê bajêr e û wiha got: “Ev qada ku em li pêşberî wê ne, ne valahiyeke ji rêzê ye. Diviyabû ev der bibûya parkeke bajêr ku zarok tê de bilîzin, ciwan nefesê bistînin, kal û pîr bêhnê vedin û jin bi ewlehî bi kar bînin. Çimkî bajar ne tenê ji avahiyan pêk tên. Parastina parkekê, ne tenê parastina çend daran e; parastina berjewendiya giştî, ewlehiya erdhejê û mafê jiyanê yê gel e.”   Qayim polîtîkayeke ekokirimê dimeşîne   Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal axivî û bal kişand ser bandora rejîma qeyim a 10 salan û ev yek gotin: “Rejîma qayim li vir polîtîkayeke qirkirinê û ekokirimê (qirkirina ekolojîk) dixe meriyetê. Ev qada ku gel dikaribû tê de bêhnê bistîne, niha di bin betonê de tê hiştin. Em hişmendiya qayim a ku çav berdaye çavkaniyên gel û tu projeyên li gorî hewcedariyên civakê çênake, lenet dikin.”   Neslihan Şedal her wiha destnîşan kir ku bi van qadên leşkerî û polîtîkayên ewlehîparêz hewl tê dayîn ku hafizeya militarîst di hişê gel de ji nû ve zindî bikin û anî ziman ku ew ê vê pêvajoyê bişopînin.   Di erdhejekê de qada kombûnê nemaye   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî bi bîr xist ku Wan bajarekî erdhejê ye û wiha bang li rayedarên partiya desthilatdar a li bajêr kir: “Heke li vî bajarî erdhejek çêbibe, hûn nabînin ku qadeke topbûnê ya mirovan, qadên kesk û meydan nemane? Hûn qet li dijî vê xerabiya ku li pêşeroja Wanê tê kirin dernakevin? Ev qas çavên we bi berjewendiyan kor bûye?”   Abdullah Zeydan di dawiya axaftina xwe de banga têkoşînê kir û wiha got: “Heta ku ev bêhiqûqî raweste, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li gelê Wanê dikin, divê em bi hev re xwedî li pêşeroja xwe derkevin û li dijî vî hişê talanker bisekin.”   Daxuyanî bi lêdana çepikan qediya.