Songul Erdem Şahîn hat tahliyekirin 2026-07-17 20:20:57   DÊRSÎM - Hevseroka HDP’a Dêrsîmî Songul Erdem Şahîn ku bi hinceta daxuyaniyên kiriye û tevli bûye hatibû girtin, ji girtîgeha Jinan a Erzînganê hat tahliyekirin.   Hevseroka  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya  Dêrsîmî Songul Erdem Şahîn ku bi hinceta daxuyaniyên kiriye û tevli bûye hatibû girtin, ji girtîgeha Jinan a Erzînganê hat tahliyekirin.   Songul Erdem Şahîn ku ji aliyê rêveberên DBP’ê ve hat pêşwazîkirin, piştî tahliyeyê axivî û da zanîn ku heta ku yek hevalek wan jî girtî bimîne ew ne azadin û got wê ji bo jiyaneke demokratîk û aştiyane têkoşînê bidomînin.”