Dayikên Şemiyê di hefteya 1111'emîn de civiyan 2026-07-11 13:53:16   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1111'emîn de wiha bang kirin: “Em destûr nadin tiştê hatiye serê me bê jibîrkirin. Em ji şîna xwe ya bêdawî têkoşîna heqîqet û dadê dihonin. Tevî êşên ku me dît, derbasî nifşên nû dikin."   Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza "Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 1111'emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneya windayan hatin hilgirtin. Vê hefteyê dayik qala têkoşîna xwe ya 1111 hefteyê kirin.   Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayika Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.   Sebla Arcan diyar kir ku 1111 ne tenê hejmar e û wiha axivî: “1111 hefte têkoşîna hevpar a malbatên windayan e. 1111 hefte her şemiyê heman pirsê dipirisin; xizmên me yên ku di binçav de hatine windakirin li ku ne? Tevî ewqas dem derbas bû, desthilata niha wekî desthilatên berê ji bo heqîqetê derxe holê tu tiştekî nekir. Qada Galatasareyê bi bariyeran girt. Divê Qada Galatasarayê were vekirin, dosyayên windayan bi awayekî xurt dîsa werin vekirin, dawî bi polîtîkayên bêcezahiştê were. 1111 hefte bendamayîna ya bêdawî ya malbatan e. 1111 hefte bendamayînek ku li ber kêleka mirin û hêviyê ye.    Bi salan e tenê malbat barê bendamayînê hildigirin. Lê divê dewlet berpirsiyara xwe bi cih anîbûya. 1111 ne hejmar e, bendamayîna 1111 hefte ye. Têkoşîna me ev 1111 hefte ne tenê ji bo xizmên me ji bo dad, hiqûq û parastina mafê mirovan e. Em xwedî biyar in, rewş çiqas dijwar bê jî em teslîmê bêhêviyê nabin û em ê têkoşîna xwe ya heqîqet û dadê berdewam bikin. 1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye. Em destûr nadin tiştê hatiye serê me bê jibîrkirin. Em ji şîna xwe ya bêdawî têkoşîna heqîqet û dadê dihonin.    Tevî êşên ku me dît, derbasî nifşên nû dikin. 1111 hefte ne hejmar e, bêcezahiştina 1111 hefte ye. Kiryar tên parastin, dosya bi awayekî xurt nayê meşandin. Rêya hêqîqetê yek bi yek tên girtin. Ev 1111 hefte ye, me ne dev ji bendamayînê ne jî dev têkoşînê berda.”   Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.