Doza gumanbarê destdirêjiyê Berkhan Alptekîn hat taloqkirin 2026-07-09 18:22:06   ÎZMÎR - Cigirê şaredariyê Berkhan Alptekîn ku dema li şaredariya Karşiyakayê dixebitî destdirêjî li Y.G û H.D kir, ji peywirê hat girtin û doza jê dihat darizandin taloqî 20’ê cotmehê hat kirin.   Cigirê şaredariyê Berkhan Alptekîn ku destdirêjî li Y.G û H.D yên li şaredariya Karşika ya Îzmîrê dixebitîn kir, runiştina wî li 7’emîn dadgeha eza giran a Karşikayayê hat dîtin. Rêxistinên jinan doz şopandin.   Gumanbar Berkkhan Alptekîn tevli runiştinê nebû û parêzer amade bûn. K.K ku li şaredariyê dixebitî wek şahid hat guhdarkirin. Parêzerên gumanbar îfadeyên şahid red kir.   DAdgehê ji bo guhdarkirin şahid O.B û O.G runiştin taloqî 20’ê cotmehê kir.   Piştî runiştinê jinan li bger edliyeyê daxuyaniyek dan û dovîzên ‘Hûn ne tenê ne tu car tenê nameşin’ hildan û dirûşme berz kirin.  Li ser navê jinan Tulîn Osmanogullari axivî û da zanîn ku heta ku edalet pêk neyê wê têkoşînê bidomînin.