DFG: Rojnamegerî li Tirkiyeyê tê krîmînalîzekirin 2026-07-03 15:04:03   AMED - DFG'ê di rapora xwe ya meha Hezîranê de da zanîn ku êriş û zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin û destnîşan kir ku azadiya raman û çapemeniyê hedef tê girtin. DFG'ê di rapora xwe de rojnameger Bayram Balci ku di 23yê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû jî bi bîr anî.   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Hezîranê eşkere kir. Daneyên DFGê yên meha Hezîranê dide nîşan ku li êrîş û zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin.   DFG'ê da zanîn ku di meha Hezîranê de rojnameger bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû man û wiha gotin: “Azadiya raman û çapemeniyê hatin hedefgirtin. Rojnameger li seranserê meha Hezîranê; Ji bilî binçavkirin, girtin, lêpirsîn û darizandinê, rastî êrîşên fizîkî, gefan, astengkirina nûçeyan û mudaxileyên cuda yên li dijî xebatên wan ên pîşeyî hatin. Bi rêya mueyîdeyên îdarî, cezayên ji aliyê RTUKê ve hatine birîn û pêkanînên sansura dîjîtal zext li saziyên çapemenî û medyayê hatin kirin. Van hemû binpêkirinan, di meha Hezîranê de jî derxist holê ku çalakiyên rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk tên sînordarkirin û zexta li ser azadiya çapemeniyê didome.”   Xebatên rojnamegeriyê bi biryarên dadwerî tên çewisandin   DFG'ê diyar kir ku herî kêm 10 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin û ev tişt anî ziman: “Girtinên di nava mehê de careke din nîşan da ku xebatên rojnamegeriyê û azadiya ramanê bi rêya pêvajoyên dadwerî tên çewisandin. Gerînendeyê Giştî yê Weşana KAOS GL'yê Yildiz Tar ku bi xebatên xwe yên di qada LGBTÎ+ de tê naskirin, piştî bi serdegirtina polîsan a li ser mala wî hat binçavkirin û hat girtin. Nûçegihana Evrenselê Doga Başkan jî, ji ber nûçeyeke ku bi şaşîtî hatibû weşandin û di demeke kurt de ji weşanê hatibû rakirin, dema ji bo îfadedayînê çûbû edliyeyê hat girtin.”   ‘Rojnamegerî li Tirkiyeyê tê krîmînalîzekirin’   DFG'ê destnîşan kir ku meha Hezîranê, li Tirkiyeyê bû serdemeke ku geşedanên siyasî û civakî bi têr û tejî lê dihatin jiyîn û wiha pêde çû: “Çalakiyên salvegera Berxwedana Geziyê, nîqaşên siyasî yên girêdayî CHPê û çalakiyên mamosteyên di greva birçîbûnê de di nav sernavên rojevê yên derketin pêş ên li seranserê mehê de cih girtin. Rojnamegerên ku ji bo ragihandina van pêşveçûnan ji raya giştî re dixebitin di dema nûçeyên xwe de rastî êrîşên devkî û fîzîkî, binçavkirin û hedefgirtinê hatin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol jî, di dema destwerdana polîsan a li ser rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ku ji bo bîranîna Ethem Sarisuluk ê di dema Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû hatibûn ba hev, hat derbkirin û binçavkirin. Bîngol, paşê ligel malbata xwe ji aliyê Akit û Ensonhaberê ve hat hedefnîşandan. Di weşanên navborî de 15 çalakî û bernameyên ku Bîngolê di sala 2026'an de şopandine, tevî ku xebatên rojnamevaniyê bûn jî, wekî ‘qeydên sûc’ hatin pêşkêşkirin. Ev rewş, careke din nîşan da ku rojnamegerî li Tirkiyeyê ji aliyê navendên şerê taybet ê qirêj ve tê krîmînalîzekirin.”   ‘Di girtîgehên Tirkiyeyê de herî kêm 28 rojnameger hene’   DFG'ê di berdewamiya rapora xwe de destnîşan kir ku di nava meha Hezîranê de rojnamegerek rastî êrîşa fîzîkî hatine, 2 saziyên çapemenî-weşanê bûne armanca êrişê.   DFGê diyar kir ku herî kêm 3 rojnameger bi rêya weşan û daxuyaniyên cuda hatin hedef nîşandan û wiha domand: “Li gel vê gef li rojnamegerekê hat xwarin, 4 rojnameger di dema şopandina nûçeyan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin astengkirin. Mekanîzmaya darazê jî, wekî yek ji amûrên girîng ên zexta li ser rojnamegeran berdewam kir. Di nava mehê de li dijî 9 rojnamegeran lêpirsîn, li dijî 2 rojnamegeran jî doz hat vekirin. Di encama darizandinan de li 2 rojnamegeran bi giştî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Di dawiya meha Hezîranê de darizandina 36 rojnamegeran di 22 dosyayên cuda de berdewam dike, ji dîroka 3yê Tîrmeha 2026an pê ve di girtîgehên Tirkiyeyê de herî kêm 28 rojnameger hene.”   ‘Xebatên rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk bên tepisandin’   DFG'ê di raporê de bal kişand ser binpêkirina li dijî mafên aborî û pîşeyî yên rojnamegeran û ev tişt anî ziman: “Di meha Hezîranê de rojnamegerek ji kar hat derxistin, kartê çapemeniyê yê rojnamegerekî hat betalkirin û 19 rojnameger rastî astengiya akredîtasyonê hatin. Ev pêkanîn, di pêşiya pîşeya rojnamegeran de astengiyên cidî avakirin ku bi awayekî azad karê xwe bikin. Mueyîdeyên îdarî yên li dijî saziyên çapemenî û medyayê jî dewam kir. RTUKê 9 weşanên cuda qedexe kirin. Di vê çarçoveyê de li 7 saziyên weşanê cezayê pereyan hat birîn, cezayê îdarî li 2 saziyên weşanê hate birîn. Pêkanînên sansûrê yên di qada dîjîtal de di meha Hezîranê de jî bi awayekî zêde berdewam kir. 20 malperên înternetê hatin astengkirin an jî hatin girtin, ji bo 43 naverokên nûçeyan biryara astengkirina xwegihandinê hatin dayîn û derbarê 126 parvekirinên medyaya civakî de biryara astengkirina xwegihandinê hat girtin. Bi vî rengî ne tenê mafê xebatê yê rojnamegeran, di heman demê de mafê wergirtina nûçeyan û gihîştina agahiyan a civakê jî bi awayekî cidî hat binpêkirin. Daneyên Hezîrana 2026an derxist holê ku zextên li ser rojnamegeran tenê bi binçavkirin û girtinan sînordar namîne; bi rêya pêvajoyên darazê, mueyîdeyên aborî, sepanên sansûrê û astengiyên gihandina dîjîtal bi awayekî piralî tê meşandin. Tabloya ku derketiye holê nîşan dide ku kêmbûna di qada azadiya çapemenî û ramanê de berdewam dike û hewl tê dayîn ku xebatên rojnamegeriyê bi awayekî sîstematîk bên tepisandin.”   ’35 salên jiyana xwe diyarî têkoşîna çapemeniya azad kiribû’   DFG'ê di dawiya rapora xwe de kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jî bi bîr anî û wiha bi dawî li rapora xwe anî: “Di meha Hezîranê de yek ji ferdên civaka çapemeniyê rojnameger Bayram Balci ku nêzî heft sal bûn ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, di 22yê Hezîranê de li Belçîkayê jiyana xwe ji dest da. Balci yê ku 35 salên jiyana xwe diyarî têkoşîna çapemeniya azad kiribû, di gelek çalakî û bernameyên ji bo azadiya çapemenî û ramanê hatin meşandin de cih girt; ji ber xebatên xwe yên pîşeyî gelek caran hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin. Em Bayram Balci yê ku bi têkoşîna xwe ya bêtawîz a li ser pîvanên rojnamegeriyê di bîranînan de cih girtiye, bi rêzgirtin û hesret bi bîr tînin.”