‘Ne sererastkirinek demkî divê qanûneke bingehîn hebe’ 2026-07-03 09:02:32   STENBOL - Parêzer Arzu Eylem Kayaoglu da zanîn ku divê sererastkirina qanûnî ya di çarçoveya qanûna çarçoveyê de tê nîqaşkirin wek pakêtek demkî neyê dîtin û got: “Hewce bi qanûnek bingehîn a pêşeroja demokratîk a sedsalî ya Tirkiyeyê diyar dike hebe.”   Nîqaşên "Qanûna çarçoveyê" didomin û qanûndi asta nû de ye û nîqaşên beriya meclîs bikeve betlanê divê bibe qanûn didome. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer  Arzu Eylem Kayaoglu der barê mijarê de axivî.   Arzu Eylem Kayaoglu der barê qanûna çarçoveyê, qanûna bingehîn de nirxandin kir û got divê ev tenê wek sererastkirinek demkî neyê dîtin û balkişand ser çarçovyeeke mayînde ya derbasbûna zemîna qanûnî û siyaseta demokratîk. Eylem Arzu Kayaoglu wiha vegot: “Em hiqûqnas qanûnek demkî nawazin. Qanûna derbasbûnê asta pozîtîk a avakirina zemîna siyaseta demokratîk û rêgezên hiqûqî îfade dike. Qanûna çarçoveyê an jî qanûna kok heman tiştî îfade dike. Ev qanûn ji bo mayîndebûna aştiyê, avabûna civaka demokrtîk a rê dide ber sererastkirinên qanûnê ye.”   ‘Divê bi zelalî bê amadekirin’   Arzu Eylem Kayaoglu anî ziman ku qanûnek demokratîk nikare li pişt deriyan bê kirin û da zanîn ku divê pêvajoya amadekirina qanûnê zelal bê meşandin, divê nêrîna hemû aliyan, erêkirina hemû aliyan bê girtin û bi hewldaneke hevpar bê amadekirin.   ‘Tevî gavan sererastkirin nayên kirin’   Arzu Eylem Kayaoglu wiha dirêjî dayê: “Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan 30 gerîla çek şewitandin û di ser de du sal derbas dibe. Ev pêvajo ne tenê pêvajoya bêdengbûna çekan e. Di serî de birêz Ocalan û tevgera siyasî ya Kurd, DEM Partî, siyasetmedar her tim dibêjin ji pêvajoya negatîf derbasî pêvajoya pozîtîf bûne. Pêvajoya negatîf çibû? Bidawîbûna pevçûnan bû. Ya pozîtîf çibû? Di çarçoveya hiqûqî û demokratîk de berfirehkirina qada demokratîk bû. Lê desthilatdarî tiştekî nake. Sererastkirinên qanûnî nake. Qada siyasetê her diçe difetisînin.”   ‘Divê destkeftiyê jinan bikevin bin ewlehiyê’   Arzu Eylem Kayaoglu destnîşan kir ku yek ji sernavên esas a pêvajoyê mafê jinan e û wiha domand: “Yek ji pêkhateyên girîng ya têkoşîna demokraktîbûnê destkeftiyên jinan e. Ji ber vê jî divê maf û destkeftiyên jinan bikevin bin ewlehiyê.”   ‘Kêmasiyên berê ewlehiya qanûnî bû’   Arzu Eylem Kayaoglu bi lêv kir ku kêmasiya herî mezin a pêvajoyên muzakereyê yên salên borî temîtana qanûnî û he rwiha pêvajo bi tevahî ji însiyatîfên şexsî re hiştin bûye û got: “Di pêvajoyên bê yê hatibûn jiyîn de ewlehiya qanûnî tunebû. Ev tevahî ji însiyatîfa şexsî ya nûnerên desthilatdariyê re hatibûn hiştin. Vê jî bi civakê re şikestineke mezin kir. Pêvajoya ji ber vê hatin tunekirin. Divê civak her tim ne di asta bendewariyê de be. Divê gel pêşengê pêvajoyê be û rola aktîf bilize.”   Arzu Eylem Kayaoglu herî dawî balkişand ser Konferansa Hiqûqnasên Kurd ya ku wê 4-5’ê Tîrmehê de li Amedê wê pêk bê û got: “Wê konferansa me pêk bê. Hatina hemû rayagiştî ya demokratîk, yên dixwazin pêvajoyê bişopînin û bi OHD’ê re bin wê me kêfxweş bike û wê derfetê ku xebatên me bibînin bidest bixin.”