Rêjeya Jinan di parlamentoya Sûriyeyê de ji sedî 10 e 2026-07-01 15:38:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêjeya jinan di parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) de ji hejmara giştî ya endaman tenê ji sedî 10 e.   Piştî ragihandina lîsteya fermî ya endamên ku ji hêla serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Ehmed El Şaraa ve di çarçoveya kotaya wî ya ji bo parlamentoya Sûriyeyê de hatine destnîşankirin, hijmara endamên parlamentoyê temam bû.   Hijmara tevahî ya endaman 210 endaman in, ji wan 140 ji hêla dezgehên hilbijartinê ve hatin hilbijartin û 70 ji hêla El Şaraa ve hatin destnîşankirin.   Li gorî lîsteya dawî ya endaman, hjmara jinan di parlamentoyê de ji 210 endaman tenê 22 jin in, ango rêjeya jinan tenê ji Sedî 10.48 e. Ji wan, 7 ji hêla dezgehên hilbijartinê ve hatin hilbijartin, 15 jî hêla El Şaraa ve hatin destnîşankirin.