Şaredariya Yenîşehirê binesaziya xwe ya veguhastinê xurt dike 2026-07-01 10:25:59     AMED - Daîreya Karên Fenî ya Şaredariya Yenîşehirê xebatên xwe yên vekirina rêyên nû yên îmarê, danîna asfaltê û peçkirinê didomîne.   Di vê çarçoveyê de, li Kolana 41'emîn a Taxa Üçkuyular rêyeke nû ya îmarê hate vekirin. Di xebatên ku li gorî plana îmarê ya heyî hatin kirin de, bi temamkirina kolandin, dagirtin, rastkirin û rêkûpêkkirina binesaziyê, rê ji bo trafîka peya û wesayîtan guncav hate çêkirin.   Li taxa Dokuzçeltik, li ser rêyên ku bi demê re xirab bûbûn an jî xera bûbûn, xebata asfaltkirin û peçkirinê hate kirin. Xebatên lênêrîn û sererastkirina rêyan li taxê dê li gorî bernameya diyarkirî berdewam bikin.   Bi xebatên ku tê plankirin ku di zûtirîn dem de biqedin, veguhestin dê ewletir, rehettir û bênavber bibe.