1'emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya 2026-07-01 10:22:16   AMED - Di çarçoveya 1'emîn Hevdîtinên Peyasê yên de li taxa Hûzûrevlerî ji bo zarokan parkûra lîstik û werzîşê hate avakirin û ji bo jinan atolye hatin lidarxistin.   Şaredariya Peyasê, di çarçoveya 1'emîn Hevdîtinên Peyasê de li taxa Hûzûrevlerî ya Peyas a Amedê bi welatiyan re hat gel hev. Ev proje ku ji aliyê gelek gerînendetiyên şaredariyê ve tê birêvebirin, tê armanckirin ku di serî de li gund û taxan li 26 xalên cuda yên navçeyê bê lidarxistin.   Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, tevî endamên meclîsê û alîkarên hevşaredaran beşdarî bernameyê bûn. Di çalakiyê de ji bo zarokan parkûra lîstik û werzîşê hate avakirin, ji bo jinan atolye hatin lidarxistin. Li aliyê din, şaredariyê xizmetên wekî kontrola tenduristiyê ya giştî û lênihêrtina kesane pêşkêşî welatiyan kir.   Ev xebatên ku di çarçoveya modela “şaredariya beşdarbar” de tên meşandin û vîna gel esas digire, daxwaz û pirsgirêkên welatiyan li cih tespît dike da ku çareseriyên hevpar bên hilberandin. Tê payîn ku ev bername di demsala havînê de li gelek cihên din ên navçeyê bidome.