Li Wanê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ olan da 2026-06-27 20:48:46     WAN – Li Wanê di "Mîtînga Azadiyê" de dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.   Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşmeya “Bi Serokatiya Azad ber bi Civaka Demokratîk ve” li qada Newrozê ya Wanê bi tevlibûna dehezaran kesî mîtîng pêk hat. Mîtîng bi rêzgirtinê dest pê kir û bi hezaran kes bi hev re sirûda ‘Çerxa şoreşê’ xwendin. Piştî rêzgirtinê welatiyan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan  qêriya.   Bi deh hezaran jin, ciwan, pîr û kal bi cil û bergên Kurdî qada mitîngê tijî kir û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hwd. berz kirin.   Piştî axaftina komîteyê, Aktivîsta TJA’yê Sebahat Tuncel û piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axaftin kir. Piştî axaftinan ewilî rapbêj Sîmyager derket ser dikê. Dûre hunermend Beser Şahîn derket ser dike.   Dûre jî sînevîzyonek a ku ji axaftinên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî amadekirin hat nîşandan. Bi sînevîzyonê dirûşma “Bijî Serok Apo” li qada Newrozê olan da.   Herî dawiyê jî Koma Amed derket ser dike û stranên xwe ji bo waniyan got.